Bahoz Amed hate bîranîn: Em bi saya şervanan dijîn

Meclîsa Malbatên Şehîdan a kantona Efrîn û Şehbayê merasîm ji bo şehîd Ehmed Elî (Bahoz Amed) lidar xist û di merasîmê de payama ‘’Em bi saya van şervanan dikarin bijîn. Ji bo ku em bi rûmet bijîn, em ê fedakariyê bikin’’ hate dayîn.

Meclîsa Malbatên Şehîdan a kantona Efrîn û Şehbayê merasîma xiyabî ji bo şehîd Ehmed Elî (Bahoz Amed) li dar xist.

Fermandar Ehmed Elî (Bahoz Amed) di 17’ê Mijdara 2023’yan de li Eyn Îsayê li dijî leşker û çeteyên dewleta Tirk a dagirker çalakî bi rê ve birin û bi lehengî gihaştibû şehadetê.

Merasîma xiyabî ji bo şehîd Ehmed Elî (Bahoz Amed) li goristana şehîdan a navçeya Fafînê hate lidarxistin.

Bi sedan koçberên Efrînê, şêniyên Şehbayê, endamên saziyan û partiyên siyasî di merasîmê de amade bûn.

Endamê Meclîsa Malbatên Şehîdan Xedîce Îbo di merasîmê de axivî û sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest. Xedîceyê got: "Em bi saya van şervanan dikarin bijîn. Ji bo ku em bi rûmet bijîn, em ê fedakariyê bikin."

Paşê bi navê meclîsa Rêvberiya Xweser a Efrîn û Şehba Îmad Dawûd axivî. Dawûd got: "Şevanên me di her kêliyê de li ber xwe didin. Şehîd Bahoz Amed jî li Rojavayê Kurdistanê di berxwedanê de cih girtiye, da ku welatê xwe biparêze. Em ê jî soza li hemberî şehîdan nû bikin."

Her wiha bi navê rêveberiya kantona Efrîn û Şehba Berjîn Efrîn jî wiha got: "Şehîdên me li hember çeteyên DAIŞ`ê û dewleta Tirk a dagirker li ber xwe da û di rêya azadiyê û rûmetê de canê xwe feda kir. Em ê tu carî nehêlin ku xwîna şehîdên me li erdê bimîne."

Di dawiyê de wesîqeya şehadeta şehîd Bahoz Amed hate xwendin û radestî malbatê kirin.