Li Dêrazorê çeteyekî DAÎŞ’ê hat girtin

Navenda Ragihandin û Çapemeniya QSD’ê ragihand ku li gundewarê Dêrazorê çeteyekî DAÎŞˊê girtine.

Navenda Ragihandin û Çapemeniya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê ragihand ku li gundewarê Dêrazorê çeteyekî DAÎŞˊê girtine.

QSDˊê di daxuyaniya xwe de got hêzên wan ên Komandos di operasyoneke ewlehiyê li bajarê Şihêl ê rojhilatê Dêrazorê de çeteyekî ji şaneyên DAÎŞˊê girt.

Li gorî daxuyaniyê, çete di dabînkirina çek û cebilxaneyê ji şaneyên DAÎŞˊê re dixebite, her wiha belgeyên sexte ji nasname, pasportan jî peyda dike, da ku çete birevin û tev bigerin.

QSDˊê di daxuyaniya xwe de anî ziman ku ew di operasyonên xwe li dijî şaneyên DAÎŞˊê de dewam dikin û operasyonên ewlehî yên baldar pêk tînin.