Gelê Kurd li dijî xiyaneta PDK’ê daketin qadan

Hêrsa gelê Kurd a li hemberî PDK’ê ya ku bi dewleta Tirk a dagirker û qirker re hevkariyê dike û êrîşî gerîla dike, bilind dibe.

Hêzên çekdar ên girêdayî PDK’ê di 24’ê Çileyê de li herêma Amediyê li dijî gerîlayên HPG’ê êrîşên nû li dar xistin û di encamê de gerîla birîndar bûn.

Meclîsa Malbatên Şehîdan a Kantona Cizîrê der barê xiyanetê de daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku hevkariya PDK'ê ya bi dewleta Tirk a dagirker re ne nû ye.

Di dawiya daxuyaniyê de xiyaneta PDK'ê bi tundî hat şermezarkirin û peyama berfirehkirina têkoşînê li dijî her cure komployên li dijî destkeftiyên gel hat dayîn.

HELEB

Meclîsa Malbatên Şehîdan a Helebê li salona 8’ê Adarê ya Taxa Şêxmeqsûd daxuyaniyek da. Daxuyanî ji aliyê endamê PYD'ê û birayê şehîd Xemgîn Welat, Alî Şêx ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Şerê Cîhanê yê Sêyemîn li ber derî ye, dewlet li dijî gelê kurd bûne yek û PDK ji bo tunekirina kurdan tê bikaranîn. Her wiha hate diyarkirin ku ji bo yekitiya çar parçeyên Kurdistanê pêwîstî bi kongreya neteweyî ya Kurd heye û divê li dijî planên ji bo tunekirina Kurdan helwest were nîşandan.

ŞEDADÊ

Ciwanên PYD’ê li navçeya Şedadê êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê, xiyaneta PDK’ê ya li ser hêzên gerîla û piştgiriya wê ya ji bo dagirkeriyê şermezar kirin.

Daxuyanî ji aliyê endama PYD'ê Delal Mistefa ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku dewleta Tirk a dagirker êrîşên hovane yên li ser herêmê didomîne û stasyonên sotemenî, ceyran, av û benzînê hedef digire.

Di dawiya daxuyaniyê de xemsariya hêzên navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan ên li hemberî sûcên dewleta Tirk ên li ser herêmê pêk tîne hate şermezarkirin û ji bo pûçkirina komployê banga yekîtiyê hate kirin.

TIL HEMIS

Li Til Hemîsê bi sedan kes daketin qadan û êrîşên xiyanetê yên hêzên PDK'ê yên li hemberî gerîla şermezar kirin.

Ciwanên endamên Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) li navçeya Til Hemîsê meşek li dar xistin. Endamên saziyên navçeyê jî beşdarî meşa ku ji ber avahiya Meclîsa Navçeya Til Hemîsê destpê kir, bûn.

Endamê Şaxa navçeya Partiyê Bidur El Mihemed li taxa Şaredariyê daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku gelê herêmê wê li hemberî êrîş û xiyaneta li hemberî gerîlayan bêdeng nemîne û ev tişt hat gotin. "Em ê gelê xwe û destkeftiyên şoreşê biparêzin û hêzên xwe yên leşkerî biparêzin. "

DAYIKÊN AŞTIYÊ JÎ ÇALAKÎ LI DAR XISTIN

Dayikên Aştiyê yên Efrîn û kantona Şehbayê êrîşên PDK’ê yên li ser gerîla şermezar kirin.

Daxuyaniya li navçeya Fafînê Zaxocan Hisên xwend.

Di daxuyaniyê de êrîşên li hemberî gerîlayan weke xiyanet hat binavkirin û daxuyand ku ev êrîş piştî ku gerîlayên HPG'ê derbên giran li leşkerên Tirk xistine, hatiye kirin.

Li dijî xiyanetê banga mezinkirina berxwedanê li her kesî hate kirin.