BI DÎMEN

Salvegera rizgarkirina Kobanê bi coşeke mezin hat pîrozkirin

Salvegera Rizgarkirina Kobanê û damezrandina Rêveberiya Xweser a Kantona Firatê bi şahiyekê hat pîrozkirin.

Salvegera damezrandina Kobanê ku 26'ê Çileya 2015’an hate rizgarkirin û 10'emîn salvegera damezrandina Rêveberiya Xweser a Kantona Firatê bi coş hat pîrozkirin.

Di pîrozbahiyê de ji bo bîranîna şehîdan deqeyek rêz hat girtin. Piştre Hevserokê Encûmena Cîbcîkar a Kantona Firatê Mihemd Şahîn axivî û got: "Hêzên tarî xwestin hêviya jiyankirinê, xwişk û biratiya gelan tune bikin. Ew hêza ku di dibistanên AKP de hate perwerdekirin, xwestin wê hêviyê tune bike û dest bi êrîşa wê kirin. Xwestin wê hêviya ku ji Kobanê destpê kirî, di Kobanê de jî têk bibin. Lê îradeya gelan heta dawiyê li ber xwe da û bi ser ket."

Hevserokê Kar û Barê Civakî ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Farûq El Maşî axivî û got ku Kobanê bû destpêka rizgarkirina Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.

Hevseroka Meclîsa Malbatên Şehîdan a Kantona Firatê Eyşe Efendî jî ji mîmarê azadiyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re silav şand.

Koordînasyona Kongra Star a Kantona Firatê Macîde Hesûn jî ev tişt got: "Ev roja pîroz roja dîrokî ye ku her çar parçeyên Kurdistan û mirovahî herikand. Ew îradeya gelan û berxwedanî nîşan da ew berxwedaniya ku bi jinê destpê kir bi ser ket. Şervanên me yên YPJ’ê bi tilîliyan serketin mîsoger kirin."

Bername bi şahiyên hunerî dewam kir.