BI DÎMEN

'Bijîşkî ji bo çi ye, gava ku nikaribe hevalên xwe rizgar bike'

Bijîşk Hikmet Ehmed ku yek ji bijîşkên şahidê şerê Kobanê ye got, ”Kêliya ku birîndar dihatin ber destê me û şehîd dibûn, min digot em çima bijîşk in. Ev çi mirovahî ye, lê dîsa em bi ser ketin.”

Di nava şerê Kobanê de bi hezaran çîrokên hûnandî weke keziyekê heye. Her çîrokek xwedî serpêhatiyeke cude ye. Di nava Kobanê de efsane di nava rûpelên dîrokê de hatin nivîsandin. Ew çeteyên ku digotin; “Em leşkerê Xwedê ne”, gelo çi kirin ji bilî mirinê, lê dîsa jî Kobanê serî netewand û Kobanê ya Kurdan e. Ew Kurdên ku ne mirinê û ne jî destdirêjiyê li ser axa xwe qebûl dikin. 26’ê Çileya 2015’an dîrokeke wisa ye ku nayê jibîrkirin. Bi xetên stûr dîrokê nivîsandin; Kobanê rizgar bû. Bijîşkê ku yek ji bijîşkên di nava şerê Kobanê de cih girtî û wek bijîşk birîndaran derman dikir. Bijîşk Hikmet Ehmed ji ANF’ê re qala wan bîranînê ku jiyaye kir.

Bijîşk Ehmed diyar kir ku şerê Kobanê bi Şoreşa Rojava re dest pê kir, ji bo çewsandina rêveberiyê serî li her rêbazê dan û wiha got: "Xeyala me ji avakirina wê projeyê ew bû ku êdî azadiya me hatiye, em ê bi zimanê xwe yê zikmakî xwe îfade bikin. Roja 19'ê Tîrmehê ku salek bi ser re derbas bû, êrîş kirin. Destpêkê êrîşî Girê Spî kirin. Gelek komên çekdar xwestin vê şoreşê tune bikin. Bi navên cuda cuda lê feraseta wan yek bû, ji bo tunekirina vê Şoreşê êrîş kirin.”

Ehmed da zanîn ku gel di nava aştî û aramiyê de bûn, lê çeteyên DAÎŞ'ê û dewleta Tirk a dagirker xwestin şoreşa Rojava tune bikin û got: "Hikûmeta Şamê ku her dem me înkar dikir. Zimanê me, nasnameya me û hebûna me tune dihesiband û heta navê bajar û gundê me guhert. Ew komên çete jî xwestin navê bajarê me, gundê me biguherînin. Navê Kobanê kiribûn Eyn El Ereb, bi hatina komên çekdar re navê Kobanê kirin Eyn El Îslam. Lê dîsa jî negihîştin xeyalên xwe."

‘AMBULANSÊN ME TUNE BÛN’

Hikmet Ehmed destnîşan kir ku tevî derfetên kêm jî wan li ber xwe dan û wiha domand: “Li Kobanê ambulans tune bûn, lê bi alîkariya Bijîşkên Mezopotamyayê, Heyva Sor a Kurdistanê di wê demê de ambulans ji me re şandin û me birîndarên xwe pê derman dikirin. Li kîjan eniyê bûya, me birîndarên xwe bi wê ambulansê radikirin. Heta banka me ya xwînê tune bû, lê gelê me dema xwîn pêwîst dikir berê xwe didan nexweşxaneyan."

Ehmed anî ziman ku êdî şer ber bi Kobanê ve dihat û wiha pê de çû: “Ji bo ku birîndar bên dermankirin me çar xalên tenduristîyê li Kobanê avakirin. Êdî her sê aliyê Kobanê ketibûn destê çeteyên DAÎŞ’ê. Miştenûr, Kaniya Kurdan û aliyê Rojava ketibûn destê DAÎŞ'ê. Ew birîndarên ku birînên wan giran bû jî tavilê me derbasî Bakurê Kurdistanê dikirin. Lê gelek caran jî polîsên ber deriyê Murşîdpînarê nedihiştin birîndar derbas bibin. Êdî her ku çû şer giran bû û beşeke mezin mîna Kobanê di destê çeteyên tarî debû. Ekîba me jî beşek derbasî Bakurê Kurdistanê kirin. Beşek jî li Kobanê diman."

'73 BIRÎNDAR Û 53 ŞEHÎD'

Bijîşk Hikmet Ehmed bi domdarî wiha got: “Gelek caran ambulans ji Bakurê Kurdistanê ku tê de bijîşkên Amedê hebûn derbasî Kobanê dibûn û birîndar radikirin, lê polîsan gelek caran astengî derdixistin. Me ji wan re digotin ku bihêlin derî di destê me de be, em ê birîndarê xwe derbas bikin. Lê nedikirin. Gelek birîndarên birîna wan giran ji ber vê nêzîkatiyê şehîd bûn. Di nava şerê Kobanê de tişta ku me ji birîndaran re dikarîba bikira destwerdanên lezgîn bû. Ew jî tenê me birînên wan pak dikir, derman rihetiyê dida wan û me derbasî Bakurê Kurdistanê dikirin. Lê birîndarê birîna wan sivik tavilê me birîna wan derman dikirin û ew şervan dîsa berê xwe dida çeperên şer. Roja herî giran ji bo min roja ku 73 birîndar û 53 şehîd hatibûn. Di wê demê de min got çima em bijîşk in."

'KOBANÊ LI BENDA TE YE'

Ehmed got ku di wê demê de gelek kes li ser banga Rêber Apo derbasî Kobanê bûn û wiha berdewam kir: “Hîna roj neçûbû ava, du ciwan ji Bakurê Kurdistanê derbasî Rojava bûn. Min gazî wan kir û min got hûn li vir çi dikin? Ji min re gotin ku ew hatine Kobanê li ber xwe bidin. Min jî ji wan re got keremkin hûn bi xêr hatin Kobanê. Wan ji min re gotin ku em ji Wanê ne û li ser banga Rêber Apo hatine Kobanê. Em dixwazin di nava şerê Kobanê de cih bigirin. Dayik û bavê min destê xwe li pişta min dan û got biçe Kobanê li benda te ye. Bi vê gotinê re demekê matmayî mam. Wî got, dayika min ji min re got biçe li Kobanê bimire, Kobanê li bendî te ye. Zarok, jin, ixtiyar û ciwan li Kobanê tên serjêkirin, divê tu biçî Kobanê. Bi wan gotinên wî re, hêsir bi çavên min ketin û min nikarîbû hêsirên xwe bigirta. Her du jî pismamê hev bûn. Du seet nemabû hîna min navê wan jî nizanîbû. Nizanim ku çaya Kobaniyê vexwarin an na, lê min dît du kes hatin nexweşxaneyê. Yek jê şehîd bûye, yê din jî birîndar e. Dema çavê min li wan ket, min dît ew herdu ciwanên ku gotin em hatine Kobanê ne. Ji ser axaftina me du seet derbas nebûbû şehîd bibû.”

‘BIJÎŞKÎ JI BO ÇI YE?!

Ehmed da zanîn ku her diçû rewşa şer zehmet dibû û ev tişt got: “Lê dewleta TIrk a dagirker dema ku şer zehmet dibû, deriyê Murşîdpînarê digirt ji bo birîndar derbas nebin. Hin caran gule di sing , zik an jî serî de ye, me jî hewl dida wan xelas bikin. Lê ji ber deriyê sînor disekinandin, heta ew heval şehîd dibû. Min di wê demê de hîs kir ku bijîşkî ne her tişt e. Min nikarîbû hevalê xwe xelas bikira, çima ez bijîşk im, pir caran min digot divê em dev ji bijîşkiyê berdin, em çawa bijîşk in ku nikarin bibin alîkar û hevalê xwe xelas bikin. Bijîşkî ji bo çi ye? Mirovahî ji bo çi ye? Em tenê xwîna birîndarên xwe disekinîn û derman didin ku ji bo jana xwe hîs neke. Di wê demê de min ji ber hestên xwe tiştekî hîs nedikir.” 

DAÎŞ’Ê HOVÎTIYEKE MEZIN LI PEY XWE HIŞT

Bijîşk Hikmet Ehmed anî ziman ku wan dîlana azadiyê di hundirê Kobanê de gerand û wiha bi dawî kir: “Rast e Kobanê hat rizgarkirin û me dîlana azadiyê di hundirê Kobanê de gerand. Lê di 25'ê Hezîranê de berbangeke reş rû da, rast e wê rojê roj li Kobanê hilat, lê rojeke reş bû. Di her kolanê de serî ji laş hatiye qetandin. Jin zarok, ixtiyar, ciwan ji hovîtiya DAÎŞ’ê xilas nebûn. Ew DAÎŞ a ku têk çûyî, têkçûna xwe qebûl nedikir. Zarokê wan li erdê ye, nikarin nêzîk bibin, bi rojane nizane mirî ye yan jî sax e. Lê gelê me jî ber xwe da û li hemberî her tiştî sekinî. Dewleta Tirk çeteyên xwe şand lê têk çû. Niha jî bi zimanekî dirêj dibêje; ‘ez ê jiyanê li vir tarî bikim’. Lê tiştê ku me dît ji şerê Kobanê zehmetir e. Divê em xwedî li şehîdên xwe derkevin û hêviyên wan pêk bînin.”