Îsraîlê careke din li Şamê êrîşî Îranê kir: 6 kes mirin

Saziya Çavdêriya Mafên Mirovan (SOHR) ragihand ku roja Duşemê Îsraîlê êrîş bir ser başûrê Şamê û şervanên alîgirê Îranê jî di nav de 6 kes mirin.

Li gorî nûçeya AFP'ê Midûrê SOHR'ê Ramî Abdul Rahman got, "Sê fuzeyên Îsraîlê li herêma Sayeda Zeyneb li baregeheke Hîzbûllahê û Muxafizên Şoreşê yên Îranê ketin. Herî kêm 6 kes mirin." Nehate eşkerekirin ku sivîl di nava qurbaniyan de hene yan na.

Reûtersê jî bi agahiyên ji medya dewletê ya Îranê wergirtî ragihand ku di êrîşê de 2 kes mirin û êrîş li ser avahiyekê hate kirin ku ji aliyê Muxafizên Şoreşê ve dihate bikaranîn.

Di 21'ê Çileyê de li Şamê di êrîşeke Îsraîlê de 5 jê Muxafizên Şoreşê 10 kes miribûn. Di êrîşê de avahiyeke ku rayedarên leşkerî lê civiya bûn, hatibû hilweşandin.