BI DÎMEN

Êrîşên dewleta Tirk hêzê dide şaneyên DAÎŞ'ê

Hevseroka Kampa Holê Cîhan Henan anî ziman ku êrîşên dewleta Tirk aramiya li herêmê têk dibe û got, bi taybetî hêzê dide şaneyên DAÎŞ'ê yên li Kampa Holê.

Di operasyona Bahoza Cizîrê de ku sala 2019'an ji aliyê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) lidar xist, bi hezaran malbatên DAÎŞ'î li Kampa Holê hatin bicihkirin. Ji sala 2019'an û vir ve ji ber şaneyên DAÎŞ'ê yên li Kampa Holê, kamp metirsiyeke mezin e.

Li kampê di 28'ê Adara 2021'ê û 25'ê Tebaxa 2022'an de du operasyon hatin kirin. Dema dawî bi piştgiriya QSD û YPJ'ê li kampa Holê operasyonek hate destpêkirin.

Hevseroka Kampa Holê Cîhan Henan li ser sedem û çarçoveya operasyonê axivî û anî ziman ku piştî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şaneyên DAÎŞ'ê yên li kampê xwe hîn bi xurtî bi rêxistin kirine.

Cîhan Henan diyar kir ku pêngava ewlekarî û mirovî ya li kampa Holê weke qonaxa sêyemîn a operasyonan hatiye destpêkirin û got, "Ev pêngav bi pêşengiya YPJ'ê, bi hevkariya QSD û hêzên ewlekariya hundirîn tê kirin. Bêguman koalîsyona navneteweyî ya ku di têkoşîna dijî DAÎŞ'ê de timî bi me re ye, di vê pêngavê de wê bi rola xwe rabe. Di Tebaxa 2022'an de me qonaxa duyemîn pêk anî bûn. Wê demê li kampê gelek bûyerên kuştinê rû dabûn û pêwîstî bi destwerdaneke lezgîn hebû. Di nava şeş mehên piştî vê pêngavê de rewş baş bûbû. Ewlehî pêk hatibû. Lê belê piştî şeş mehan şandeyên DAÎŞ'ê xwe ji nû ve bi rêxistin kirin. Li kampê careke din bûyeran destpê kirin. Diziyê destpê kir, êşkenceya li jinan destpê kir. Hin jinên ku êşkence li wan hate kirin serî li me dan. Gotin ku hatine êşkencekirin, zordarî li wan hatiye kirin. Her wiha kêr li jinekê hatibû xistin û me ew li Hesekê derman kir. Ber bi dawiya sala 2023'an ve rewşa kampê êdî nebaş bû. Li kampê mirov hatin revandin. Asayîşê gelek kes girtin. Ji deverên saziyên alîkariyê batarya û gelek malzemeyên cuda hatin dizîn. Di nava du mehên dawî de asayîşê gelek çek bi dest xistin. Bûyera kuştina emîrê wan Ebû Ûbeyde qewimî. Ji ber vê yekê ji bo careke din ewlekarî pêk were pêwîstî bi vê pêngavê hebû. Ji ber ku hem li nava kampê diviyabû ewlehî û parastina mirovan bihata kirin, hem jî ewlehiya mirovên ji derve ji bo kampê dixebitîn bihata pêkanîn. Kêr li du jinan xistin û xwestin wan bikujin, lê belê me zû dest li bûyerê werdan. Hejmar her roj zêde dibû. Vê dema dawiyê êdî kes nikarîbû li kampê bixebitiyan. Lambeyên li nava kampê hemû dihatin şikandin. Ji xwe ji malzemeyên li kampê dihatin dizîn dihate fêhmkirin ku amadekarî ji hin tiştan re tê kirin. Agahî ji me re dihatin ku li pêşiya saziyên alîkariyê bi rûpêçandî û bi çek kom bûne. Her wiha agahî dihat ku li nava kampê bi çekê digerin."

Cîhan Henan ragihand ku ne ji piştgiriya ji derve bûya nikarîbûn di demeke ewqasî kurt de li nava kampê xwe ji nû ve bi rêxistin kiribûna û got, "Têkiliya xwe ya bi derve re teqez heye. Ji ber ku telefon û înternet qedexe nîne. Her wiha kamp gelekî fireh e û hejmar jî gelekî zêde ye. Bi derfetên heyî gelekî zehmet e ku bi temamî bê kontrolkirin. Ketin û derketina ji kampê gelekî zêde ye. Carna hezar kes rojane diçin û tên. Karkerên lê dixebitin hene, xebatkarên saziyên alîkariyê gelek hene. Rojane herî kêm 50-100 wesayit dikevin kampê. Ev yek jî kontrola bi temamî zehmet dike. Ji xwe diyar e ku ji derve ve hatine rêvebirin. Ji ber ku di her pêngavê de em çekan bi dest dixin. Her wiha gelek şaneyan digirin. Ev yek jî li me ferz dike ku dem bi dem pêngavan bikin."

Cîhan Henan diyar kir ku piştî êrîşên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şaneyên DAÎŞ'ê xwe hîn bi xurtî li kampê bi rêxistin kirine û got, "Bi taybetî piştî êrîşên dawî yên dewleta Tirk, li kampê liv û tevger zêde bû. Her roj dest bi tevlîheviyê kirin. Li hev kom dibûn û êrîşî hêzên ewlekariyê dikirin. Kes nikarîbû bikeve nava kampê. Cam û lampeyên wesayitan dihatin şikandin. Serê karkeran dihatin şikandin. Her wiha gelek caran li ajokaran xistin. Wesayitên Heyva Sor ji bo wan bibin nexweşxaneyê diçin, lê êrîşî wan jî dikin. Bi taybetî êrîşên dewleta Tirk zerareke mezin dide kampê. Her cara ku êrîş dibe xwe hîn bêhtir bi rêxistin dikin. Ji ber ku ji ber êrîşên dewleta Tirk mirov nikarin bi hêsanî tevbigerin. Lewma şaneyên li kampê hîn bi hêsanî tevdigerin. Mirovên ji Qamişlo, Hesekê û bajarên din ên li kampê dixebitin, nikarin bên. Bersivdayina li pêwîstiyan zehmet dibe. Vê carê jî pêwîstiyan dikin bahane û tevlîheviyê dikin. Ya rast her cara ku dewleta Tirk êrîşî herêmê dike, hêzê dide şaneyên DAÎŞ'ê."