Li Efrînê 3 kesên din hatin revandin

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê ragihand ku li du navçeyên Efrînê yek jê astengdar 3 kesên din hatine revandin.

Rêxistina Mafên Mirovan ragihand ku dewleta Tirk a ku ji sala 2018'an ve Efrîn dagir kriiye, sivîlan direvîne.

Rêxistinê diyar kir ku 'Polîsên Leşkerî' yê hêza paramîlîter a Rêxistina Îstîxbaratê ya Tirk (MÎT) e, di 17'ê Çileyê li gundê Metîna yê navçeya Şera ya Efrînê Laman Reşîd Seydo (35) revandiye.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku 24'ê Çileyê li gundê Xalta yê navçeya Cindirêsê jî astengdar Şêx Menan Gîro yê 34 salî tevî hevsera wî hatin revandin.

Navenda Belgekirina Binpêkirinan jî ragihandibû ku dewleta Tirk û çeteyên wê meha Çileyê ji Kantona Efrînê 32 kes revandin. Bi revandina dawî re ev hejmar gihîşt 35 kesan.