Rêveberiya Xweser banga berdana Silêman Ehmed kir
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diyar kir ku revandina rojnamevan Silêman Ehmed ne yasayî ye û bang li PDK'ê kir ku demildest wî serbest berdin.
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diyar kir ku revandina rojnamevan Silêman Ehmed ne yasayî ye û bang li PDK'ê kir ku demildest wî serbest berdin.
Ofîsa Ragihandinê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkildarî revandina rojnamevan Silêman Ehmed ku di 25’ê Cotmehê dema xwest di deriyê Pêş Xabûr (Sêmalka) re derbasî Başûr bibe, ji aliyê hêzên PDK’ê ve hat revandin û 97 rojin agahî jê nayê girtin daxuyaniyek li ser malpera xwe parve kir.
Daxuyanî wiha ye:
"Nêzî 100 rojin li ser revandina rojnamevan Silêman Ehmed re derbas bûn. li ser sînor ji aliyê hêzên PDK'ê ve hat girtin û ji roja girtina wî heta niha çarenûsa wî ne diyar e û tu kes ji malbata wî der barê cihê wî de tiştekî nizane. Rojnamevan Silêman Ehmed ji şêniyên bajarê Efrînê ye, Efrîn ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve hatiye dagirkirin silêman jî neçarî bi malbata xwe koçberiyê bûye."
Di dewama daxuyaniyê de hate gotin: "Em bûyera girtina Silêman Ehmed şermezar dikin. Ji ber ew li dijî welatiyekî me hatiye kirin bêyî ku tu sedemên girtinê hebin. Em teqez dikin ku rêbazên bi vî awayî ne li gorî hemû nirxên exlaqî û qanûnî ne, her wiha ew tedbîreke bêserûber e û bi temamî em wê red dikin."
Di daxuyaniyê de bang li Asayîşa PDK`ê hat kirin ku cihê wî diyar bike û demildest wî serbest berde û hate gotin,"Em bang li saziyên çapemeniyê û hiqûqî dikin ku rola xwe bilîzin, zextê bikin û çarenûsa rojnamevan Silêman Ehmed ê ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê eşkere bikin."