BI DÎMEN

Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê koçberiyê nîqaş dike

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê mijara koçberiyê ji aliyê Navenda Lêkolînên Stratejîk a Rojava (NRLS) bi komcivînekê hate nîqaşkirin.

Navenda Rojava ya Lêkolînên Stratejîk (NRLS) têkildarî mijara koçberiyê û rêbazên sekna li hemberî wê, li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya li bajarê Qamişlo komxebatekê birêve dibe. 

Endamê Desteya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Ekrem Hiso, Hevserokê Partiya Yekîtiya Suryan Senherîm Bersûm, Sekreterê Partiya Yekîtiya Demokratîk a Kurd li Sûriyeyê (Yekîtî) Mihyedîn Şêx Elî, Endamê Meclisa Giştî ya Partiya Sûriyeya Pêşerojê Salih El Zewba, Seroka Desteya Jinan a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Cizîrê Evîn Başo jî di navde nêzî 100 nûnerên saziyên fikrî, perwerde, civakî, saziyên sivîl ên civakî, lêkolînerên kar û barên giştî tev li komxebatê dibin.

Di komxebatê de, mijarên; “Koçberî û koçberkirina li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, sedemên wê, encam, pêşniyar û tedbîr” tên gotubêjkirin.

Beşdarên komxebatê dê sedemên koçberiyê û koçberkirinê, pirsgirêkên bi koçberiyê re derdikevin, xetereya wê li ser ewlehiya civakî, aborî, siyasî ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê analîz bikin. Her wiha dê pêşniyar û lêkolînên xwe der barê tedbîrên divê bên girtin, tewşîqkirina vegera li welat û koçberiya sîstematîk de jî pêşkêş bikin.

ENCAM’ÊN ANKETA KOÇBERIYÊ

Beriya destpêkirina komxebatê berpirsên NRLS’ê encamên ankêta ku 2016`an derbarê koçberiyê, sedem û encamên de li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Başûr, Bakurê Kurdistanê, Tirkiye û Ewropayê bi kesên jorî 18 saliyê re çêkiribû, li beşdaran belav kirin.

Bi navê komîteya amadekar a komxebatê Kurdiyar Dirêî axaftina destpêke kir û bi xêrhatina beşdaran kir. Dirêî destnîşan kir ku berdewamkirina aloziyê, nebûna çareseriyê barê welatiyan girantir kiriye û diyardeya koçberiyê di çend salên dawî de li herêmê û Sûriyeyê zêdetir kiriye.

Dirêî bal kişand ser cudahiya di navbera koçberî û koçberkirinê de û wan jî li ser pêwîstiyê ev komxebat rêxistin kiriye.

‘MÊTINGER Û DAGIRKER KOÇBERIYÊ TEŞWÎQ DIKIN’

Endama Rêveberiya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Cewahir Osman jî destnîşan kir ku hêzên mêtinger û dagirker ji bo pêkanîna projeyên xwe koçberiyê teşwîq dikin, lewma divê li hemberî wê têkoşîn bê meşandin û tedbîrên pêwîst bên girtin.

SÎNEVÎZYONA KOÇBERIYÊ

KomxebatÊ bi pêşandana sînevizyoneke têkildarî koçberiyê û koçberkirina li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, berdewam kir.

Li gorî bernameya komxebata ku ji aliyê Endamê Desteya Rêveber a KNK’ê Ekrem Hiso ve tê birêvebirin, hiqûqnas û çalakgera siyasî Dr. Ebîr Hesaf wê têkildarî koçberiyê û koçberkirinê, sedemên wê û bandora wê biaxive.

Endamê nivîsgeha Lêkolînên Suryan û çalakvan Malik Esmer jî dê beşa têkildarî çareserî, pêşniyar û tedbîrên pêwîst ên ji bo sivikkirina koçberiyê birêve bibe.

Komxebat wê îro bidawî bibe.