BI DÎMEN

Li Kampa Holê 21 DAÎŞ'î hatin girtin

Di qonaxa sêyemîn a 'Operasyona Mirovî û Ewlehiyê' de 21 piştevanên DAÎŞ'ê hatin girtin.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Kampa Holê daxuyaniyek dan çapemeniyê û diyar kirin ku bi piştgiriya QSD û YPJ'ê li Kampa Holê dest bi qonaxa sêyemîn a 'Operasyona Ewlehî û Mirovî' kirine. Operasyona ku li dijî şaneyên çeteyên DAÎŞ'ê tê kirin, îro di roja duyemîn de ye.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn li ser malpera xwe ya înternetê daxuyaniyek da û diyar kir ku di encama operasyona li beşa Muhacîrat a li kampê de 21 piştevanên çeteyên DAÎŞ'ê hatine girtin, 4 mayin hatine dîtin û 2 tunelên veşartî hatine peydakirin.