BI DÎMEN

Canda Înat: Çalakiya şehîd Avesta li dijî dagirkeriyê bersiv bû

Şervana YPJ’ê û hevrêya şehîd Avesta Xabûr Canda Înat, diyar kir ku şehîd Avesta her tim bi awayekî fedaîtî tev digerî û got, “Çalakiya şehîd Avesta li dijî dagirkeriyê bersiva hereî xurt bû.”

Di demeke ku gelê Efrînê, dixwest muzayîkê gelan û aşîtiyê dida pêş û daxwaza îlankirina federesyona xwe dikir, dewleta Tirk a dagirker ev yek qebûl nekir û di 20'ê Çileya 2018'an tevî hêzên qirker û bi awayeke dermirovî, bi rêya bejahî û hewayî êrîşî herêma Efrînê kir. Tevî biçûkaniya erdnîgariya Efrînê jî, li berhemberî deverên dîtir dewleta Tirk bi alîkariya NATO'yê bi hemû çekên giran û bi 72'balafiran êrîşên xwe ser warê aşîtiyê Efrînê pêk anî. Dengê tang, topên balafirên dewleta Tirk Herêm û ewlehiya herêmê dihejand. Û gelê Efrînê li şûna tirsê cesaret û xurtkirina îrade dan pêşiya xwe û li hember îxanet û êrîşan rêya berxwedanê ji xwe re hilbijartin, û rojane efsaneya berxwedana xwe di dîrokê de dineqişandin.

Li kêleka wê di encama wan êrîşan de, bi hezaran sivîl bûn qûrbaniya êrîşên dewleta Tirk ên hovane. Şervanên YPG û YPJ’ê li hember van êrîşan di çeperên şer de bi hêrseke mezin, îradeyeke xurt û cesaret û fedaîtiyeke mezin parastina gelê xwe dikirin û bi hezaran şervan di şerê berxwedana serdemê de bûn qehreman û mohra xwe li dîrokê dan.

Yek ji wan şervanan jî şehîd Avesta Xabûr bû, ku di 27'ê Çileya 2018'an de li gundê Hemamê a navçeya Cindirêsê çalakiya fedaî li hember tangên dewleta Tirk a dagirker pêk anî û îsbat kir ku dewleta Tirk bi hêsanî nikare Efrînê dagir bike. Têkildarî vê yekê Şervana YPJ'ê Canda Înat ji ANF'ê re axivî.

‘HER TIM LI SER FEDAÎTÎ NÎQAŞ PÊŞ DIXIST’

Şervana YPJ’ê Canda Înat, di destpêka axaftina xwe de li ser naskirina xwe û şehîd Avesta axivî û diyar kir ku ew şehîd Avesta di sala 2014'an de li Tabûra Şehîd Roksen naskiriye û got ku ew bi hev re piştre derbasî Yekîneyên Antî Terorê bûne. Înat, anî ziman ku wan heta sala 2017’an bi hev re li Efrînê man e û wiha axivî, “Hevrê Avesta ji xwe re jiyana asayî qebûl nedikir. Ji ber wê jî di jiyana xwe de jî milîtana Rêber Apo bû. Li gorî ku xwendin û nivîsandina hevrê Avesta nebû jî, dîsa di destê hevrê Avesta de her tim pirtûka ''Rastiya Serokatî'' hebû û dixwend. Digot ez çiqasî vê pirtûkê dixwînim jî, bi qasî misqalekî min Serok fêm nekirî. Carna jî dema me li ser xwendina wê jê dipirsî digot 'ez hewil didim fêr bibim da ku di fikir û felsefeya Serok de xwe kûr bikim.’ Her tim diyaloga hevrê Avesta bi xwe re û derdora xwe re li ser fedaitî bû û digot ‘pêwîste ez bibim hevrêya şehîd Zîlan.”

BI MEZINAN RE MEZIN Û BI ZAROKAN RE ZAROK BÛ

Înat, li ser sekna şehîd Avesta axivî û ev tişt anî ziman, ''Hevrê Avesta di jiyana xwe de lewaztî qebûl nedikir. Li hemberî rexneyan jî lêhûr dibû û nedihişt ku careke din dubare bibe. Bi mezinan re mezin bû bi zarokan re zarok bû. Bi her mirovî re dikarîbû têkiliyek dayîne û wan fêm bike. Gelek caran em bi hev re tevlî pêngavan bûbûn, her digot ku ‘Rêbertî bi taybetî ji bo jinan gelek tişt pêk anî, ji bo ku bikaribim layiqî Serok bibim divê ez di jiyana xwe de mirovek fedaî bim.’ Ev helwest hişt ku îro jî bi çalakiya xwe ya fedaî bê bîranîn.”

HEWL DIDA HEVRÊYÊN XWE JÎ PÊŞ BIXE

Înat, da zanîn ku şehîd Avesta ji bo avakirina hevrêtiyek rast gelek ked daye û wiha domand, “Li hemberî hevrêyên li dora xwe hesas tevdigerî. Digot ‘eger hevrêyek me lewaz be, em hemû lewaz in.’ Heta ku wê hevrêyî astek derbas nekiriba û hin tişt bi wê hevalî nedana fêmkirin dev jê bernedida û dixwast rêhevaltiyeke baş bi derdora xwe re bide meşandin. Ev hemû jî bi saya felsefeya Serok Apo ye hişt ku bi dehan Avesta derkevin. Em çiqas li ser kesayeta hevrê Avesta biaxivin jî, ez nikarin mafê wê bidinê.”

Înat, da xuyakirin ku hêrsek awarte di çavê hevrê Avesta de dîtibû û destnîşan kir ku şehîd Avesta ne tenê di jiyana xwe her wiha bi çalakiya xwe jî fedaîbûn nîşanî her kesî da. Înat wiha dewam kir, “Li hemberî teknîka şer jî bi meraq bû. Dema çekek nû dihat, her çendî me jê fêm nekiribe jî, lê hevrê Avesta bi kûrahî nêz çekê dibû û hîn dibû. Di hemû jiyana xwe de wiha bû. Ji bo kurahî û fikrandin gava xwe davêt û digot 'pêwîste ez layiqî Zîlanan û Bêrîtanan û fikira Serok bim'' di kesayeta xwe de jî hertim ew gotin dida jiyîn.”

LI DIJÎ DAGIRKERIYÊ BEDENA XWE KIR MERTAL

Şervana YPJ’ê Canda Înat, qala çalakiya fedaî ya şehîd Avsêta a ku di 27'ê Çileya 2018'an de di Berxwedana Serdemê de li hember dagirkeriyê pêk anî kir û wiha got, ''Di 27'ê Çile de hevrê Avesta çalakiya ku li hember dagirkeriyê pêk aniye, di dema xwe de bersiv dayîna dijmin û pêvajoyê bû. Ji ber ku şerê dagirkeriyê ku li dijî Efrînê hatiye, li dijî hemû gelê bindest bû.  Hedefa wan ne tenê dagirkirina axa Efrîn bû, lê belê xwestin hemû nasnameyan li hember hev bidin şer kirin û gel ji hev qut bikin. Gel bi qirkirina çandî re rûbirû hate hiştin. Xwestin gelê me ji paradîgmaya Serok dûr bixin, lê nikarî vê pêk bîne. Ji ber heval Avesta li hember dagirkeriyê derket û di dilê dijmin de bêyî ku gav paş de bavêje, çalakiya xwe kir û bersiva wan da û got 'hûn nikarin roja me tarî bikin, hûn nikarin me ji paradîgmaya Rêber Apo qut bikin.''

RÊYA BERXWEDANIYÊ JI XWE RE HILBIJART

Înat, soza xwe ji bo şehîdan nû kir û got, “Em ti car rêya îxanetê qebûl nakin. Ji bo wê îro bi sedan Avesta û Bêrîtan hene, rêya berxwedaniyê ji xwe re hilbijartine û bûn sembola roja îro. Çalakiya hevrê Avesta bandorek mezin li ser me kiribû, helbet em gelek xemgîn jî bûn. Em bi çalakiya şehîd Avesta serbilind bûn û hêzek di hundirê me de da avakirin da ku em gavek xurtir bavêjin. Şehadeta hevrê Avesta ji bo me bi êş bû, lê li hember dijmin hêrsa me mezintir û xurtir bû. Em bikaribin xwesteka hevrê Avesta pêk bînin, ku ew jinên di koletiyê de rizgar bikin û wan ber bi rêya berxwedan û azadiyê bibin. Her wiha em soz didin û dibêjin ku em tola wê li erdê nehêlin û heta dawiyê em ê tola wê rakin û bibin şopdarê wê.”