Li Qamişloyê ji bo şehîd Mehmûd Derwêş şîn

Li Qamişloyê ji bo şehîd Mehmûd Derwêş ku di êrîşa dewleta Tirk a li ser gundê Girdêwan de şehîd bû, konê sersaxiyê hate vedan. Şêniyan sersaxî da malbata şehîd.

Bi sedan şêniyên Qamişloyê sersaxî ji malbata endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd Mehmûd Derwêş re xwest ku di 24’ê Çileyê di êrîşa dewleta Tirk a dagirker a li gundê Girdêwan de şehîd bûbû.

Konê sersaxiyê li taxa Meyselûn ya Qamişloyê hate vedan. Şêniyan û endamên saziyan serdana konê sersaxiyê kir.

Di sersaxiyê de li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan Mihyedîn Hesen axivî. Mihyedîn di serî de sersaxî ji malbat û hevalên şehîd re xwest, piştre bal kişand ser siyaseta dewleta Tirk a dagirker û wiha pê de çû: “Dijminê gelê azadîxwaz dewleta Tirk a dagirker bi hemû şêwazan êrîşî me dike, dixwaze xwe li ser tunebûna gelan bide avakirin. Me ji destpêka şoreşa Rojava ve bi hezaran şehîd dane. Niha jî dewleta Tirk a dagirker çi qas êrîşan bîne ser me jî, em ê li ber xwe bidin û serî jê re natewînin.”

Her wiha ji fermandarên Meclîsa Leşkerî ya Qamişloyê Nezîr Sofî wiha axivî: “Dewleta Tirk a dagirker li hemberî berxwedana gerîlayên tevgera azadiyê bi bin dikeve, ji ber wê lawaz dimîne û êrîşî Rojava û gelê wê dike. Lê hazirbûna gel di bin konê sersaxiyê de bersivek e ji bo dijmin.”

Nezîr Sofî wiha lê zêde kir: “Ji bo bidestxistina azadiyê, berdêlên giran têne xwestin, ji bo vê em soza xwe bi şehîdên xwe re nû dikin û em ê her şopdarên xeta wan bin.”