Salîh Muslim: Tirkiye li Asya Navîn piştgiriyê dide DAÎŞ'ê

Salîh Muslim anî ziman ku dewleta Tirk li Asya Navîn piştgiriyê dide DAÎŞ'ê û got, "Bêdengiya li hemberî têkiliyên DAÎŞ'ê û Tirkiyeyê tê wateya lîstina bi agir. Ne diyar e bê agir li ku derê kengî bişewitîne. Divê sînorek ji Tirkiyeyê re bê danîn."

Piştî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, liv û tevgera DAÎŞ'ê ya li Rojhilata Navîn û herêmê zêde bû. Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salîh Muslim li ser têkiliya dewleta Tirk û DAÎŞ'ê axivî.

Salîh Muslim anî ziman ku dewlet DAÎŞ'ê weke amûrekê ji bo berjewendiyên xwe bi kar tînin û got, "Lê belê yek ji dewletên ku herî zêde DAÎŞ'ê bi kar tîne Tirkiye ye. Tirkiyeyê ji bo armancên xwe, ji bo tunekirina gelê Kurd her tim DAÎŞ bi kar anî. Ji ber vê yekê DAÎŞ berda ser Kurdistanê. Li Şengal, Mexmûr, Hewlêr, Kobanê berê DAÎŞ'ê da gelê Kurd. Li Kobanê şikest, li Dêrazorê serweriya xwe bi dawî bû, lê belê hîn jî DAÎŞ'ê dide pêş. Îdeolojiya DAÎŞ'ê bi hêsanî tune nabe. DAÎŞ hîn jî li hin koşeyan heye. Dema ku pêwîstiyê pê dibînin dixin nava liv û tevgerê. Di dema destpêkê ya birêxistinkirina DAÎŞ'ê de Tirkiyeyê mirovên xwe xist nava DAÎŞ'ê. Yek ji wan jî Ebû Muslim Tirkmen bû. Yekî ji Til Eferê bû, alîkarê Bexdadî bû.

Tirkiyeyê li ser wî karên xwe dimeşand. Li Şengalê, li Rojava, li Sûriyeyê bi kar dianî. Mînaka herî şênber jî ew bû ku li Mûsilê Konsolosxaneya Tirk weke biryargeha DAÎŞ'ê dihate bikaranîn. Têkiliya Tirkiyeyê ya bi DAÎŞ'ê re hîn bi dawî nebûye. Bêguman Tirkiye vê nîne ziman. Dibêje ku ew li dijî DAÎŞ'ê têdikoşe, lê ev rast nîne. Di êrîşên dema dawî de yên li Îranê teqez tiliya Tirkiyeyê heye. Li Tirkiyeyê jî DAÎŞ'ê li dijî gelê Kurd bi kar tîne. Li Rojava jî hîn DAÎŞ'ê birêxistin dike. DAÎŞ'iyên hatin girtin li vê yekê mikur hatin. Di êrîşa dawî ya li ser Xiwêranê de têkiliya DAÎŞ-Tirkiyeyê bi belgeyî hate ispatkirin. Tê zanîn ku ji ku bi rê ketin, amûrên leşkerî çawa bi dest xistin. Îstîxbarata Tirkiyeyê yekser di nav de bû. Welatê ku xwedî li DAÎŞ'ê derdikeve, xwedî dike û ji bo armancên xwe bi kar tîne Tirkiye ye. Heta ku piştgiriya Tirkiyeyê ya ji bo DAÎŞ'ê bi dawî nebe, metirsiya DAÎŞ'ê jî bi dawî nabe."

Salîh Muslim anî ziman ku piraniya DAÎŞ'iyên êrîşî Rojava kirin ji Tacîkistan, Kazakistan, Efganistanê bûn û wiha dewam kir, "Lewma ev yek nîşan dide ku Tirkiye têkildarî Asya Navîn xwedî planan e. Planên xwe hene ku li Asya Navîn belav bibe û berfireh bibe. Bi vî rengî dixwaze li vê herêmê tevlîheviyê bike. Li vir jî Tirkiye piştgiriyê dide DAÎŞ'ê, xwedî lê derdikeve. Dibe ku weke DAÎŞ-Xorasan bê pênasekirin, lê belê bi piştgiriya Tirkiyeyê ye."

Salîh Muslim ragihand ku cihekî siya DAÎŞ'ê hebe li wir aramî nabe û got, "DAÎŞ krîz û kaosê diafirîne. Dibe sedema mirina mirovan, şerê navxweyî kûr dike. Li cihê ku DAÎŞ lê hebe timî paşketin heye. Çalakbûna DAÎŞ'ê li Rojhilata Navîn xetere ye. Ev tê wê wateyê ku rojên tarî wê dirêj bibin. Tirkiye DAÎŞ'ê ji bo berjewendiyên xwe bi kar tîne û şantajê li welatên Ewropayê dike. Hebûna DAÎŞ'ê li welatekî bi taybetî jî li Rojhilata Navîn ji bo gelan hemûyan, ji bo gelên cîhanê metirsî ye. Di têkoşîna me de ya li dijî DAÎŞ'ê em timî ji koalîsyona navneteweyî re dibêjin, ku 'eger hûn dixwazin xetereya DAÎŞ'ê ji holê rakin, hingî divê hûn pêşî li piştevanên DAÎŞ'ê bigirin, yên ku alîkariya çekan, malî û perwerdeyê bi DAÎŞ'ê re dikin divê hûn asteng bikin'. Lê belê ev hêz li gorî berjewendiyên xwe nêzîk dibin û tevî ku zanin piştevanê DAÎŞ'ê Tirkiye bi xwe ye, Tirkiyeyê ji nedîtî ve tên."

Hevserokê PYD'ê got, "Welatên Ewropa, Rûsya û Emerîka zanin ku Tirkiye yekser piştgiriyê dide DAÎŞ'ê. Mikurhatinên DAÎŞ'iyên li van welatan hatin girtin jî bi têra xwe têrker bûn. Li xwe mikur hatin bê çawa di ser Tirkiyeyê re derbasî Rojava bûn û têkiliya bi Tirkiyeyê re nîşan dan. Tevî vê yekê jî li hemberî dewleta Tirk bêdeng dimînin. Bêdengî ispata têkiliyên li gorî berjewendiyên cuda ne. Di çarçoveya berjewendiyên aborî de çav ji hev re digirin. Dibe ku ji Tirkiyeyê re gotibin, bila di bin kontrola te de be, nêzî welatê me nebe, tu Kurdan, Ermenan qetil dike bike; dibe ku şertekî bi vî rengî jî danîbin.

Dibe ku di têkiliya Tirkiyeyê ya bi DAÎŞ'ê re berjewendiyên welatên cuda hene. Ji xwe Tirkiye jî DAÎŞ'ê li gorî berjewendiyên xwe bi kar tîne. Li Kurdistanê Huda Par a ku piştgiriya wê dikin, DAÎŞ bi xwe ye. Huda Par jî DAÎŞ a Kurdan e. Li her devera ku siya Tirkiyeyê heye çeteyên DAÎŞ'ê hene. Başûrê Kurdistanê jî bi DAÎŞ'ê tijî kir. Hikumeta Iraqê bila deverên ku Tirkiye lê ye lêkolîn bike, wê bibîne ku piraniya wan DAÎŞ'î ne. Yanî di navbera Tirkiye û DAÎŞ'ê de têkiliyeke organîk heye. Bêdengiya li hemberî têkiliyên DAÎŞ û Tirkiyeyê tê wateya lîstina bi agir. Ne diyar e bê agir li ku derê û kengî bişewitîne. Yanî divê sînorek ji Tirkiyeyê re bê danîn."

Di dawiya axaftina xwe de Salîh Muslim got, "Bi destê DAÎŞ'ê li dijî gelan komkujî û qirkirin tê kirin. Dibe ku Tirkiye ji hin welatan re dibêje ku ew DAÎŞ'ê li dijî Kurdan bi kar tîne, lê ev rast nîne. Mesele ne tenê ev e. DAÎŞ ji bo tevahiya gelan xetere ye. Eger Tirkiye ji bo armancên xwe DAÎŞ'ê ji nû ve çalak bike, çawa ku beriya niha li Fransa, Hollanda, Elmanya û Îngilistanê teqîn çêbûn, ev rewş wê DAÎŞ'ê ji nû ve geş bike. DAÎŞ mîna gogek ji agir e. Hêviya me ew e ku her kes vê rastiyê bibîne û van lîstikên qirêj ên Tirkiyeyê asteng bikin."