Li Dêrikê tecrîda li ser Abdullah Ocalan hate şermezarkirin

Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir.

Dewleta Tirk 7’ê Gulanê bi hinceta "cezayên dîsplînê" hevdîtina malbat û parêzeran li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan heta 3 mehan qedexe kir. Şêniyên bajarê Dêrikê, Girkê Legê, Çilaxa û Til Koçerê bi meşekê biryar şermezar kir.

Meş ji pêşiya geraca otobusan a bajarê Dêrikê destpê kir. Şêniyan wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pankartên  "Azadiya fîzîkî û edalet ji bo Rêber Apo" hildan.

Meş li qada Navenda Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê rawestiya û veguherî mitingê. Li wir, hevserokê Meclîsa Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) şaxê Girkê Legê Îdrîs Ehmed axivî û qala girîngiya felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo gelên herêmê û gelên bindest kir.

Ehmed got: "Desthilatên hegemonîk, azadî, wekhevî û neteweya demokraîtk qebûl nakin, lew ra Rêber Abdullah Ocalan dîl girtin û tecrîda li ser girantir kirin, ji bo ku nehêlin fikrên wê li cîhanê belav bibe. Bi biryarên xwe binpêkirina mafan didomînin."

Ehmed got ji bo azadiya Abdullah Ocalan were bidestxistin, divê têkoşîn were xurtkirin.

Endamê Meclîsa Bajarokê Til Koçerê Elî Ubeyd, bêdengiya hêz, rêxistinên hiqûqî û mirovî li hember sûcên dewleta Tirk ên li dijî girtiyên siyasî û binpêkirina pîvanên navneteweyî, şermezar kir.

Ubeyd destnîşan kir ku gelê herêmê wê bêdeng nemînin û dê li qadan bin ta ku azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dest bixin.

Çalakî bi berzkirina dirûşmên "Bê Serok jiyan nabe" bi dawî bû.