QSD: Hevrêyê me Îbrahîm Mihemed El Ziêtir di qezaya trafîkê de şehîd bû

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ragihand ku şervanekî wan 13'ê Gulanê li Kobanê di qezaya trafîkê de şehîd bûye.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê aşkera kir ku şervanê wan Îbrahîm El Ziêter li Kobanê di qezayekê de şehîd bûye.

Navendê di daxuyaniyê de ev agahî jî parve kirin: “Hevrêyê me Îbrahîm di têkoşîna xwe nava hêzên me de, bê westan kar dikir. Bi lez û bez di pêkanîna erkên xwe de dihate naskirin. Mînakê dîsîplîn û dilsoziyê bû.

Em ji malbata şehîd Îbrahîm re sersaxiyê dixwazin, di heman demê de ji bo temamkirina meşa şehîdan, heta pêkanîna xewn û armancên wan, avakirina welatekî aram û ewle em biryardariya xwe tekez dikin.”

NASNAMEYA ŞEHÎD

Nasnav: Îbrahîm Mihemed El Ziêtir
Nav û paşnav: Îbrahîm Mihemed El Ziêtir
Navê dayikê: Xedîce
Navê bav: Mihemed
Cih û dîroka jidayikbûnê: Sirîn, 2001
Cih û dîroka şehadetê: Kobanê, gundê Qeremoxê, 13.05.2024