BI DÎMEN

'Kampanyaya azadiya Rêber Ocalan pêwiste berfirehtir bibe'

Berdevka Kongra Star da zanîn ku divê kampanyaya "Ji bo Rêber Apo Azadî, Ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” hîn bêhtir mezin û berfirehtir bibe.

Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 10’ê Cotmeha 2023`an de li 74 navendên cîhanê pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” hat destpêkirin. Li zêdeyî 100 navendên cîhanê belav bû.

Berdevka Kongra Star Rihan Loqo li ser mijarê ji ANF'ê re axivî û got, "Ev kampanya li seranserê cîhanê hate belavkirin. Em dikarin bêjin ku ev kampanya her ku diçe mezin û berfirehtir dibe. Li Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê em wek rêxistina jin a Kongra Star, piştî ragihandina kampanyayê me jî tevlîbûna xwe di nav di kampanyayê de nîşan dan. Li ser vê bingehê rêzeçalakî, têkoşîn û xebatên me ji bo vê kampanyayê hatin lidarxistin."

Rihan Loqo bal kişand ser paradîgmaay ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêşkêşî gelên Rojhilata Navîn kriiye û got, "Rêber Apo hîn bêhtir rêbazê çareseriyê ji bo pirsgirêkên Rojhilata Navîn bi paradîgmayên ku ji me re pêşkêşkirî nîşan da. Yek ji wan rêbazên çareserkirinê jî têkoşîna jinane ku di her qadên jiyanê de jin berxwedaniyek bêhempa nîşan dane. Ji ber pergala heyî, hişmendiya ku bi hezarên salan jin li bin xistibû û nêrînê tu neteweyî nedihat pejirandin, dixwastin berxwedanî bişikînin. Lê Rêber Apo bi neteweya demokratîk civakek hişt her kes bi kêfxweşî û azad di nav hevdû de bijîn."

Rihan Loqo got, "Çiqasî ku felsefeye Rêber Apo belav dibe ewqas komplo û cezayên disiplînê kurtir dibin, ev jî li dijî qanûnên navneteweyî ye. Em bêdengiya CPT a li hemberî tecrîda giran a li ser Rêber Apo şermezar dikin."