QSD’ê nasnameya 3 şervanên şehîd eşkere kir

QSD’ê ragihand, di êrîşa ku çeteyên DAÎŞ’ê 10’ê Gulanê bi wesayîta bombebarkirî li dijî nuqteya kontrolê ya li bajarê Şihêlê pêk anî de, 3 şervanê wan şehîd bûn.

NASNAMEYA 3 ŞEHÎDÊN QSD'Ê HAT EŞKEREKIRIN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyek nivîskî nasnameyên 3 şervanên di êrîşa xwekujî ya çeteyên DAÎŞ’ê de li bajarê Şihêlê yê Dêrazorê de şehîd bûbûn, aşkera kirin.

Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku di êrîşa xwekujî ya çeteyên DAÎŞ’ê ya roja Îniya borî li bajarokê Şihêl ê gundewarê rojhilatê Dêrazorê 3 şervanên QSD’ê şehîd bûn.

Di daxuyaniyê de sersaxî ji malbatên şehîdan re hat xwestin û soza rakirina tola şehîdan û têkbirina DAÎŞ’ê hat dayîn.

Li gorî daxuyaniyê nasnameyên şehîdan wiha ne:

Nasnav: Pîro

Nav û Paşnav: Elî El Ilêwî

Navê Dayikê: Wedha El Hemade

Navê Bav: Silêman

Cih û Dîroka Jidayikbûnê: El Becdelî/1999

Cih û Dîroka Şehadetê: Dêrazor-Şihêl/10 Gulan 2024

 

Nasnav: Ciwan

Nav û Paşnav: Mihemed Receb

Navê Dayikê: Hesa

Navê Bav: Cuma

Cih û Dîroka Jidayikbûnê: Hedadiye-2001

Cih û Dîroka Şehadetê: Dêrazor-Şihêl-10 Gulana 2024

 

Nasnav: Xeyber

Nav û Paşnav: Mehmûd El Hemûd

Navê Dayikê: Ferîda El Sîrac

Navê Bav: Ehmed

Cih û Dîroka Jidayikbûnê: El Bû Kemal- 2004

Cih û Dîroka Şehadetê: Dêrazor-Şihêl-10 Gulan 2024.