BI DÎMEN

Xwendekarên Zanîngeha Kobanê: Zimanê me nasname û hebûn e

Xwendekarên beşa ziman û wêjeya Kurdî ya zanîngeha Kobanê diyar kirin ku di nava tiliyên zêrîn û di serdema qirkirinê de zimanê Kurdî derket pêş û destnîşan kirin ew ê xwedî li zimanê xwe derkevin û zimanê xwe jî bigihînin asta cîhanî.

CEJNA ZIMANÊ KURDÎ

Zimanê Kurdî ji kûrahiya bi hezaran salan tê. Di wan hezarên salên borî de û di serdema desthilatdariyê de zimanê Kurdî rastî her qirkirinê hatiye, ruxmî wê jî ti kesê nekarî vî zimanî tune bike. Bi hezaran salên ku Kurdistan her di parçekirinê re dihat derbaskirin jî û êrîşên bişaftinê li ser zimanê Kurdî pêk dihatin. Di wan serdeman de û ji nava tiliyên zêrîn, jiyaneke nû ji ziman re hat afrandin. Ew zimanê mirî ji nûve bi alfabêya Kurdî ya latinî û ji aliyê Mîr Celedad Elî Bedirxan ve, veguherî vejînbûneke nû.

Têkildarî pêşketin û rewşa zimanê Kurdî, xwendekarên Zanîngeha Kobanê bi wesîleya 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî ji ANF’ê re axivîn.

Xwendekara beşa ziman û wêjeya Kurdî ya zanîngeha Kobanê Leyla Qehro diyar kir ku ew weke xwendekarên zanîngehê ji bo vê rojê gelek amadekariyan dikin û got: "15’ê Gulanê ji bo me weke rojeke nû ye ku têde êdî Kurdan xwe nas kiriye û derbasî qonaxeke nû bûn. Zimanê me weke rojeke nû lê hilat. Ew mêtîngerên ku Kurdistan dagir kirin, zimanê Kurdî li gorî xwe guherandibûn û gihandibûn asta qirkirin û tunebûnê. Ruxmî çanda Kurdî, folklor û zimanê Kurdî dewlemend bû jî, lê dîsa bi hemû rêbazan êrîş li ser wê çandê, ziman û nasnameyê dihat kirin. Li hemberî wê yekê jî berxwedaniya gel ji bo parastina zimanê xwe li pêş bû."

‘EM Ê HER TIM ZIMANÊ XWE BIPARÊZIN’

Leyla di berdewamiya axaftina xwe de ev tişt got: "Nîjadperest û desthilatdar bi hemû rêbazan xwestiye zimanê me tune bike. Lê bi şoreşa Rojava re zimanê me veguherî astek nû û bû roja vejînê. Em wek xwendekarên beşa ziman û wêjeya Kurdî di wê astê de têdikoşin ku li her derê zimanê xwe nûjen û zindî bikin. Car din cejna zimanê Kurdî li kesên ku di nava tiliyên wan de alfabeya Kurdî ya latînî derketî û tevahî kesên ku hiştin em bigihijin wê rojê, bi ziman û çanda xwe em jiyan bikin û li ser alfabeya xwe û li ser wan tîpan mezin bibin, di destpêkê de Celedad Elî Bedirxan û li hevrêyên wî pîroz be."

‘ŞOREŞA ROJAVA ŞOREŞA ZIMAN E JÎ’

Xwendekara Beşa Ziman û Wêjeya Kurdî ya bi navê Mêrxana Mihemed diyar kir ku ew gelekî şanaz in ku ew bi zimanê xwe dixwînin û got: "Dewletên dagirker dema bixwazin civakekê tune bikin, beriya her tiştî êrîşî zimanê wê civakê dikin. Şoreşa Rojava dema ku destpê kir, ne tenê şoreşa jin û ciwanan bû, lê şoreşa ziman bû. Ew bi xwe gaveke herî mezin ji bo ziman bû. Ruxmî dagirkeriyê jî zimanê me xwe parast û vaye bi zimanê xwe me cihê xwe li her derê de girtiye. Em jî weke xwendekarên beşa ziman û wêjeya Kurdî divê êdî asta zimanê xwe bilindtir bikin û em hîn bêhtir xwedî li zimanê xwe derkevin û asta zimanê xwe bighînin asteke jiyanî. Bi vê wesîleyê em vê rojê li her Kurdekî pîroz dikin."

‘ZIMAN NASNAME Û HEBÛN E’

Xwendekarê Beşa ziman û Wêjeya Kurdî Serbest Bozan destnîşan kir ku ziman nasname û hebûna wan e û ragihand ku ew ê xwedî li zimanê xwe derkevin. Bozan ev tişt jî got: "Civaka ku bi zimanê xwe dixwîne, ew civakeke pêşketî ye. Em jî vê rojê destpêkê li Mîr Celaded Elî Bedirxan û li tevahî xemxûrên ziman pîroz dikin."