BI DÎMEN

Xwendekarên Kantona Firatê: Zimanê Kurdî evîn e

Xwendekarên dibistanên Kantona Firatê, diyar kirin ku ji ber ew bi zimanê xwe yê dayikê perwerdehiya xwe dibînin gelek kêfxweş in û gotin, “Zimanê Kurdî evîn e. Em xwedî lê derkev in.”

XWENDEKARÊN KANTONA FIRATÊ

Mirov bi zimanê xwe û dar jî li ser koka xwe şîn dibe. Zimanê ku navê qirkirinê lê dihat kirin, vaye bi hezaran zarok û nifşên nû li ser wî zimanî tên perwerdekirin û ji bo pêşxistina zimanên xwe bi hezaran xemxurê vî zimanî zimanên xwe diparêzin.

Bi rasthatina 15`ê Gulanê Roja zimanê Kurdî şagirtên dibistanên kantona Firatê ji ANF`ê re axivîn. Zarokan, diyar kirin ku ew bextewarin ku bi zimanê xwe dixwînin û dinivîsînin.

Xwendekara bi navê Pêla Xêrzada, anî ziman ku ew diçe refa 4’an û got ku ji ber ew bi zimanê xwe ya dayikê dixwîne û dijî gelek kêfxweş e. Xêrzada, da xuyakirin ku ji bo pêşxistina asta zimanê xwe ew hewl dide û got, “Jiyan bi zimanê Kurdî xweş e.”

Xwendekara bi navê Hêvîdar Hec Xelîl ku xwendekara refa 6`emîn li dibistana Şehîd Azad dixwîne, 15’ê Gulanê li her Kurdekî pîroz kir û wiha got, "Ew zilm û zora li ser zimanê me bi şoreşa Rojava re têk çû. Vaye em bi zimanê xwe li dibistana xwe dixwînin. Em vê rojê li her Kurdekî pîroz dikin û em ê jî bihêlin ku zimanê me bibe asteke cîhanî."

Xwendekara bi navê Lavîn Ismayîl jî ku di refa 6`emîn de dixwîne got, "15`ê Gulan cejna zimanê Kurdî ye, em bi zimanê Kurdî diaxivin û em li her derê jî bi zimanê Kurdî dilîzin, hez dikin û tên dibistanê. Em jî her dixwazin zimanê me pêş bikeve. Em ê zimanê xwe yê Kurdî bighînin asta bilind û em ê bi wê yekê jî welatê xwe jî biparêzin."