Kongreya Îslama Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li hev kom bû

Kongreya Îslama Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya Qamişloyê bi 540 delegeyan li hev kom bû.

3`yemîn Kongreya Kongra Îslama Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi dirûşma "Ictihat û nûkirin dergehên çareseriya pirsgirêkên Rojhilata Navîn in" bi beşdariya 540 delegeyan li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya li Qamişloyê dest pê kir. Nûnerên êzidî û zeredeştiyê, Rêveberiya Xweseriya demokratîk û Kongra Star jî tev li kongreyê bûn.

Endamê Kongra Îslama Demokratîk Şêx Ebdullah Şêxo bi xêrhatina beşdaran kir û ji bo birêvebirina kongreyê, dîwanek ji 5 endaman hate avakirin.

Dûre hevserokên Kongra Îslama Demokratîk Delal Xelîl û Mihemed El Xerzanî  bi xêrhatina mêvanan kirin.

Delal Xelîl balkişand ser taybetmendiyên ola îslamê di ronîkirina civakê de û got: "Ola Îslamê mîna olên din xizmetê ji mirovahiyê re dike, lê belê pergalên desthilatdar ol kirin mîna şûrekî di destê xwe de û ji cewherê wê dûr xistin."

Delal diyar kir ku divê xîtaba rasteqîn a olan ku hevduqebûlkirin û merhemetê ji xwe re dike bingeh, serwer be.

El Xerzanî jî hêvî kir ku kongreya sêyemîn, bi qebûlkirina nêrînên cuda bibe xaleke guhertinê.

Çav li rê ye cîgirê hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Hemdan El Ebid û berdevka Kongra Star Rîhan Loqo biaxivin.

Her wiha dê perspektîfên Rêber Abdullah Ocalan ên têkildarî olên îbrahîmî, peyama Komîteya Gelan û Baweriyan a KCK`ê ku ji kongreyê re hatiye şandin, rapora salê û rêziknameya kongreyê bên xwendin. Di dawiyê de hevserokatiya kongrê bê hilbijartin.