Înîsiyatîfa Ji Abdullah Ocalan re Azadî çû serdana partiyan

Înîsiyatîfa ji Rêber Abdullah Ocalan re Azadî dest bi serdana partiyên siyasî kir.

ÎNÎSIYATÎFA JI ABDULLAH OCALAN RE AZADÎ

Înîsiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê di çarçoveya pêngava navnetewî ya ku 10’ê Cotmeha 2023’yan bi dirûşmeya, “Ji Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgirêka Kurd re çareserî” hatibû destpêkirin de, dest bi serdana partiyên siyasî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir. 

Berdevkê Înîsiyatîfê Ferzende Munzur, endamên înîsiyatîfê Fuat Çolî û Nûha Omar li bajarê Qamişlo serdana navendên Partiya Çep a Kurd li Sûriyeyê, Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Suriyeyê (Yekîtî) û Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) kirin.

‘DIVÊ SEKNEKE HEVPAR BÊ NÎŞANDAN’

Endamên înîsayîtfê destpêkê serdana Partiya Çep a Kurd li Sûriyeyê kir û bi sekreterê giştî Mihemed Mûsê re hevdîtin pêk anî. Berdevkê înîsiyatîfê Ferzende Munzur di serdanê de armanca van ziyaretên xwe bi van gotinan anî ziman: “Pêwîstî heye partiyên siyasî dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêber Abdullah Ocalan helwesteke yekpar nîşan bidin. Ji ber wê em di çarçoveya hamleya azadiyê de serdana partiyên siyasî dikin. Em dixwazin nêzîkahî û sekna partiyan fêm bikin û nîqaş bikin ka em dikarin bi hevre çi bikin.”

Mihemedê Mûsê jî anî ziman ku ew di mijara dilgirtin û tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan xwedî helwestên tundin û got: “Bi girtina wî re hesap kirin ku fikrên wî jî bigirin, lê biserneketin. Divê herkes bi erk û rola xwe rabe. Dijmin çiqasî bixwaze îradeya me bişikîne wê bisernekeve. Em piştgirî didin pêngavê û dibêjin tecrîd ne çareserî yê, zêdetir pirsgirêkan kûr dike.”

‘JI BO ÇARESERIYÊ DIVÊ ABDULLAH OCALAN AZAD BIBE’

Mihemedê Musê destnîşan kir ku di vê pêvajoyê de azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bi taybetî ji bo çareseriya pirgirêka Kurd lezgîniyek e. Mihemedê Mûsê got ku domkirina vê tecrîdê cihê şermezariya hemû kesên siyasetmedar, demokrat û mirovahiyê ye; berdewamiya tecrîdê li dijî hemû pîvanên mirovahiyê ye.

Piştî serdena Partiya Çep, endamên Înîyatîfê serdana Partiya Yekîtiya Demokrat a Kurd li Suriyê (Yekîtî) kir û ji aliyê Sekretêrê partiyê Mihyedîn Şêx Alî ve hatin pêşwazî kirin. Şêx Alî anî ziman ku Rêber Abdullah Ocalan li Rojhilata Navîn girtiyê siyasî yê yekem e ku ewqas mafê wî hatiye binpêkirin û got; “Zagonên Tirkiye û navnetewî tên binpêkirin. Dewleta Tirk rêzdariyê nîşanî zagonên xwe jî nade. Dewleta Tirkiyê ji bo prestîja xwe divê tecrîdê rake. Ev mijareke hiqûqî, mirovî û exlaqî ye. Bandora wê li ser diyaloga Kurd-Tirk, Kurd-Kurd wê çê bibe. Berdana Rêber Abdullah Ocalan kilîta çareseriyê ye. Li çar aliyên cîhanê kesên bi navûdeng piştgiriya xwe nîşan dan û ji bo azadiya birêz Ocalan dengê xwe bilind kirin, lê ev têrî nake ku heta niha tecrîd didome.”

Şêx Alî ji Înîsiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê re pêşniyar kir ku nameyên ji 8 aliyên navnetewî re hatin şandin ji sazî û dezgehên dewleta Tirk re jî bên şandin. Her wiha ji kesên navûdeng yên li Rojhilata Navîn kurtname bên girtin û ew peyam ji hemû saziyên têkildar re bên şandin. Di vê pêvajoyê de divê têkilî bi Mirovên Akîlbendan re jî bê zêdekirin. 

Endamên înîsiyatîfê herî dawî jî serdana Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) kirin û ji aliyê Hevseroka Bûroya Rêxistinî Perwîn Yûsif û hevserokê bûroya tekiliyan Sîhanok Dîbo ve hatin hatin pêşwazîkirin.

‘EM FELSEFEYA ABDULLAH OCALAN ESAS DIGIRIN’

Sîhanok Dîbo diyar kir ku bi saya felsefeya Rêber Abdullah Ocalan şoreşa 19`ê Tirmehê gihîştiye vê qonaxê û got: “Em ji xwe re felsefeya Rêber Apo esas digrin. Azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan tê wateya çareseriya aloziyên heyî yên Rojhilata Navîn. Erka hemû partiyên siyasî, kesên demokrat û aştixwazan e ku ji bo azadiya fizîkî pêk bînin têbikoşin.”

Perwîn Yûsif jî destnîşan kir ku di aliyê civakê de jî xebat tên meşandin û wiha dom kir: “Tecrîd her tim di rojeva gelê me de ye. Ji bo wê hemû bernameyên me hem di aliyê perwerde û hem jî çalakiyan de rojeva me ya serekê ye. Ji ber wê rêzêçalakiyên me didomin. Divê asta têkoşînê zêdetir bilind bibe. Bi tecrîda li ser Serokatî re ambargo danîn ser me, dixwazin me di çavê cîhanê de wekî `terrorist` bidin nasîn, pêşî li danustandinên me digirin. Tecîrda li ser Rêbertiyê tecrîda li ser me ye, li ser gelan e. Divê asta xwedî derketina li ramanên Rêber Apo xurtir be.”

Serdanên endamên înîsiyatîfê wê sibe jî berdewam bikin.