Kongreya Îslama Demokratîk bi dawî bû

Kongreya Îslama Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi dawî bû. Di kongreyê de hevserokên nû û 16 endamên Meclîsa Rêveber a Giştî û Koordînasyona Jinan hatin hilbijartin û girîngiya yekîtî û lihevkirinê ji bo avakirina civaka nû hate vegotin.

3. Kongreya Kongra Îslama Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi dirûşma "Ictihat û nûkirin dergehên çareseriya pirsgirêkên Rojhilata Navîn in" bi beşdariya 540 delegeyan li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya li Qamişloyê hat lidarxistin.

Di kongreyê de peyama Komîteya Gelan û Baweriyan a KCK'ê hat xwendin û di peyamê de hat destnîşankirin ku Îslama demokratîk çareseriya dozên aloz ên sedan sal e. Piştre cîgirê hevseroketiya Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Hemdan Ebid li ser hewldanên hêzên zordest ên reşkirina Îslama rastîn axivî û got: “Hin kesan ji bo desthilatiyê ol bi kar anîn. Ev jî li Sûriyeyê diyar bû. Hin kesan xwe wek waliyê Îslamê nîşan da û piştgirî da komên çekdaran ên ku wêranî, talanî û kîn ji herêmê re anîne."

Ebid anî ziman ku di encama kongreyê de wê aloziya heyî çareser bibe û wiha pê de çû: "Em ji cîhanê re eşkere dikin ku em bangawazên aştiyê ne, wêranî û talaniyê naxwazin. Em zimanekî lihevkirinê dixwazin."

Ebid bilêv kir ku bi girîngiya hevgirtin û lihevkirinê ji bo avakirina civakeke pêşketî û tijî hezkirine.

Berdevka Kongra Star Reyhan Loqo li ser rola kongrayê di belavkirina aştî û biratiyê de di nav hemû bawerî û olan de axivî û got: "Pêwîst e îslameke demokratîk, civakeke exlaqî û siyasî û jiyaneke aram û ewle bê avakirin. Kongra Îslama Demokratîk jî ji bo pêkanîna vê yekê tê koşiya û kombûna me ya îro nîşana wê ye."

Reyhan Loqo diyar kir ku hêzên desthilatdar û zordest li herêma Rojhilata Navîn îslam reş kir. Ji bo ku cîhanê ji vê yekê rizgar be, dive Îslama demokratîk pêk bîne.

Piştre perspektîfên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên li ser olên Îbrahîmî ji aliyê cîgirê hevseroketiya Kongra Îslama Demokratîk Ebdurehman Bedirxan ve hatin xwendin.

Piştî xwendina sirûdên olî, rapora salê ya xebatên Kongra Îslama Demokratîk ji aliyê cîgirê hevseroketiya Kongra Îslama Demokratîk Mazin Harûnî ve hat xwendin.

Piştre kongre dûrî çapemeniyê dom kir. Komîteya amadekar diyar kir ku dê rewşa rêxistinî were nîqaşkirin, rêzikname bê xwendin û hin guhartin çêbin û hevseroktiyeke nû bê hilbijartin.

Her wiha komîteyê da zanîn ku di nîqaşan de dê xebatên kongreyê li gorî Hevpeymana Civakî bên amadekirin.

Di dawiya kongreyê de Evîn El Hecî û Mihemed Mela Xelîl weke hevserokên Kongra Îslama Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin hilbijartin û 16 endamên Meclîsa Rêveberiya Giştî û Koordînasyona Jinan a Kongra Îslama Demokratîk ji aliyê endamên beşdar ve hatin hilbijartin.