Cenazeyê Şehîd Esed Şêxo hat veşartin

Cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd Esed Şêxo li Goristana Şehîd Xebat Dêrik hat veşartin.

MERASÎMA VEŞARTINA ŞEHÎD

Cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd Esed Şêxo hat veşartin. Xelkê Dêrik, Girkê Legê, Çilaxa û Til Koçer tevlî merasîmê bûn. Esed Şêxo di 9ˊê Gulanê de di encama nexweşiyekê de şehîd bibû.

Girseya gel şehîd ji Nexweşxaneya Şehîd Hogir a Dêrikê wergirtin û ber bi Goristana Şehîd Xebat ve ketin rê.

Li goristanê, endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Dêrikê Xalîse Hacî axivî û rola şehîdan silav kir û got: "Bi fedakariya wan em digihînin îstîqrarî û ewlehiyê."

Xalîse wiha domand: "Divê em li dora armancên şehîdên xwe bibin pireke xurt heta em serkeftinê bi dest bixin."

Dûre Meclisa Malbatên Şehîdan wesîqeya şehîd xwend û radestî malbatê kir.