Li Reqayê DAÎŞ'iyên amadekariya êrişê dikirin hatin girtin

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Parastina Jinê (YPJ) ragihand ku li Reqayê hucreyeke DAÎŞ'ê hate têkbirin ku amadekariya êrişê dikir.

Navenda Ragihandinê ya YPJ'ê diayr kir ku bi beşdariya hêzên Antî-Terorê (Y.A.T) û Komandos di 3'ê Gulana 2024'an de operasyonek pêk anîne.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku 4 çeteyên DAÎŞ'ê hatine girtin.

Navenda Ragihandinê ya YPJ'ê diyar kir ku belgeyên bi çeteyan re hatein girtin nîşan didin ku li Reqayê amadekariya êrişekê dikirin.