Ji bo gerîlayê HPG’ê Merwan Zirwan li Helebê merasîmeke xiyabî hat lidarxistin

Ji bo gerîlayê HPG’ê Merwan Zirwan (Ehmed Îbrahîm Ehmed) ê di 18’ê Nîsana 2024’an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bibû, li bajarê Helebê merasîmeke xiyabî hat lidarxistin.

Meclisa Malbatên Şehîdan a Helebê ji bo gerîlayê HPG`ê şehîd Merwan Zirvan (Ehmed Îbrahîm Ehmed) li Qada Şehîdan a li taxa Şêxmeqsûd a Helebê merasîmeke xiyabî li dar xist. Şênî, endamên saziyên sivîl, partî û hêzên leşkerî tev li merasîmê bûn.

Merasîmeke leşkerî ji hêla YPG-YPJ’ê hat lidarxistin. Ji fermandarên YPG`ê Ferhad Kobanê di merasîmê de axivî û behsa kesayeta şehîd Merwan kir û got: "Şehîd Merwan bi vîna xwe tev li gerîla bû. Ji ber ku êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Kurdistanê qebûl nekirin. Berpirsyariya parastina Kurdistanê da ser milê xwe."

Ferhad Kobanê soz da ku rêya şehîdan berdewam bikin û wiha domand: "Çawa şehîd Merwan tê koşiya heta şehîd bû, em ê jî xwedî li çeka wî derkevin, tola wî hilînin û planên dagirkeran têk bibin.”

Endama rêveberiya Nivîsgeha Jinan a Meclisa Malbatên Şehîdan Remziye Salih jî wiha axivî: "Em çi bikin jî em nikarin heqê wan bidin. Bi saya fedakariyên şehîdan me ew qas destkeftî bi dest xistin."

Bi navê malbata şehîd parêzer Elaudîn El Xalid Kalo jî axivî û got: "Şêniyên Til Eranê dê têkoşînê berdewam bikin. Di oxira rizgarkirina Kurdistanê û azadiyê de em ê şehîdan bidin."

Piştre wesîqeya şehadeta şehîd hate xwendin û radestî malbatê hate kirin.