BI DÎMEN

Li Qamişlo, Şehba û Çilaxayê Cejna Zimanê Kurdî hat pîrozkirin

Li Qamişlo, Şehba û Çilaxayê 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî bi çalakiyên curbecur hate pîrozkirin.

Saziya Zimanê Kurdî (SZK) û Zanîngeha Rojava li Qamişloyê li salona zanîngehê bi dirûşma “Zimanê gelekî hebûn û rûmeta wî ye” panelek li dar xist.

Xwendekarên Zanîngeha Rojava, endamên SZK`ê, endamên Rêveberiya Xweser û gelek kesên din beşdar bûn.

Lêkolîner Deham Ebdulfetah di panelê de axivî û ev cejin li tevahî xwendekar û beşdaran pîroz kir.

Piştî axaftinê helbestvan Beşîr Mele Newaf û komeke xwendekarên Beşa Wêjeya Kurdî li ser jiyana helbestvan Feqiyê Teyîran tabloyek pêşkêş kir.

ŞEHBA

Li Şehbayê jî Desteya Perwerde û Hîndekariyê li Kampa Berxwedan a bajarokê Fafînê şahiyek li dar xist.

Bi sedan mamoste, xwendekar û koçberên Efrînê tevlî şahiyê bûn.

Di şahiyê de endama Komîteya Perwerdeyê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Efrîn û Şehbayê Cûdî Mistafa axivî.

Cûdî Mistefa 15'ê Gulanê pîroz kir. Her wiha destnîşan kir ku divê her pêkhateyek bi zimanê xwe, xwe perwerde bike û wiha domand: "Gelê Kurd jî di dîrokê de bi ziman, çand û dîroka xwe tê nasîn. Niha jî gelê Kurd ji bo parastina zimanê xwe têdikoşe."

Her wiha hevserokê Desteya Perwerde û Hîndekariyê ya Kantona Efrîn û Şehbayê Fadil Çawîş 15’ê Gulanê li Rêber Abdullah Ocalan û gel pîroz kir û got: "Ev hebûn bi saya felsefeya Rêber Apo hatiye parastin. Civak bi zimanê dayika xwe hebûna xwe îfade dike. Nasmaneya gelê Kurd jî zimanê Kurdî ye. Divê di her kêliyê de em zimanê dayika xwe Kurdî biparêzin."

Dûre komên Şehîd Viyan Amara, Serdem, Şehîd Şaha, Şehîd Îlan stranên xwe pêşandan. Beşdaran jî li ber stranên Koma Şehîd Kendal û Koma Şehîd Berxwedan govend gerand.

ÇILAXA

Bi heman boneyê Komîteya Rêveberiya Dibistanan a Çilaxayê yê kantona Cizîrê meşek li dar xist. Di meşê de xwendekarên seretayî, navîn û amadehiyê hazir bûn.

Meş ji pêşiya avahiya Komîteya Dibistanan dest pê kir û di nava kolanên bajêr de geriya û dûre dîsa li pêşiya avahiya Komîteya Dibistanan rawestiya.

Li wir xwendekar Rohêv Seyfûdîn axivî û Cejna Zimanê Kurdî li şêniyên bajêr pîroz kir û got: "Ez kêfxweş im, ji ber ku ez û hevalên xwe bi zimanê dayika xwe fêr dibin. Spasiya her kesî dikim ku zimanê Kurdî ji nû ve vejand.”