Ji bo azadiya Abdullah Ocalan bi partiyên siyasî yên Qamişloyê re civiyan

Înîsiyatîfa ji Rêber Abdullah Ocalan re Azadî ya Sûriyeyê ku navenda wê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye, serdana gelek partiyên siyasî kir û xwest têkoşîna ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê xurtkirin.

Înîsiyatîfa ji Rêber Abdullah Ocalan re Azadî ya Sûriyeyê di çarçoveya pêngava navneteweyî ya ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî û ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî’ de serdana partiyan didomîne. 

Şandeya însiyatîfê ku ji berdevkê wê Ferzende Mûnzûr, endamên însiyatîfê Fuad Colî, Gulistan Hîbo pêk te, serdana navenda partiya Aştiya Demokratîk a Kurdistanê û Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyeyê (PDKS), Partiya Kesk a Demokratîk û Partiya Lîberal a Kurdistanê yên li Qamişloyê kir.

Di serdanê de, şandeya însiyatîfê bi sekreterê Partiya Aştiya Demokratîk a Kurdistanê Telal Mihemed re civiya. Berdevkê însiyatîfê Ferzend Mûnzûr armanca serdanê aşkera kir û got: "Pêngava navneteweyî ya ku dostên Kurdan û demokratan ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka Kurd daye destpêkirin, êdî roj bi roj firehtir dibe û çalaktir dibe. Divê em têkoşîneke qanûnî, hiqûqî û siyasî ji vê xurttir bidin meşandin. Ji ber wê divê partî, li hember tecrîdê helwesta xwe bikin yek.”

Sekreterê giştî yê Partiya Aştiya Demokratîk Telal Mihemed jî destnîşan kir ku azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan di vê pêvajoyê de bûye pêwîstiyeke lezgîn û wiha domand: "Nemaze ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd û aloziyên li Rojhilata Navîn. Li ser vê bingehê, divê partiyên kurd, ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bixebitin. Çalakiyên wiha bi awayekî mezin bandor li qadên çandî û siyasî dikin. Em wek partî, amade ne di vî warî de kar bikin."

Di serdana navenda Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyeyê (PDKS) de, endamê Komîteya Navendî ya PDKS`ê Şukrî Hemo teqezî bi pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan kir û got: "Azadiya wî azadiya gelê Kurd e."

Her wiha diyar kir ku divê her kes ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bi xebite û tê bikoşe.

Di serdana Partiya Kesk a Demokratîk de, hevserokê Partiyê Luqman Ehmê axivî û got: "Azadiya Serok, kilîta çareserkirina aloziyên Rojhilata Navîn û aloziya Sûriyeyê ye. Ji ber wê divê partî, alîgirên azadiyê û demokrasiyê, ji bo azadiya wî ya fîzîkî têkoşîneke hiqûqî û siyasî bimeşînin."

Di dawiyê de însiyatîfê serdana navenda Partiya Lîberal a Kurdistanê kir û armancên serdanê ji wan re şîrove kir.

Sekreterê partiyê Ferhad Têlo teqezî bi meşandina têkoşînê heta bidestxistina azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan kir û got: “Tevlêbûna pêngavê, erkeke exlaqî, nîştimanî û mirovî ye. Xebatên me di vê çarçoveyê de wê her tim berdewam bikin."