BI DÎMEN

'Em ê her rojê zimanê xwe ji dagirkeriyê û windabûnê biparêzin'

"Di odeyeke biçûk de, bi komeke biçûk a amadekirina mamosteyan û bi wan tîpên pîroz em gihîştin asteke bilind ku zimanê me di asta masterê de li zanîngehan tê xwendin. Ew zimanê qedexe bû şoreşek."

Hevserokê Fakulteya Wêjeyê ya Zanîngeha Kobanê Egîd Nasiro bi wesîleya 15’ê Gulanê Roja Zimanê Kurdî ji ajansa me re axivî. Nasiro diyar kir ku li gorî hin lêkolînan asta dewlemendiya zimanê Kurdî li gorî asta zimanên din ên cîhanê di rêza 8’emîn de ye.

Nasiro got ku 15`ê Gulanê weke rûpeleke nû vebû û got: " Zimanê Kurdî  bi saya Mîr Celadet Elî Bedirxan çarenûsa xwe guhert. Li gorî hin lêkolînan asta dewlemendiya zimanê Kurdî li gorî asta zimanên din ên cîhanê di rêza 8’emîn de ye.  Tevî hemû qedexikirinên bi salan jî  dîsa zimanê me xweparast."

Nasiro bal kişand ser dîrok û qedîmbûna zimanê Kurdî û ev yek anîn ziman: ‘’Heya beriya şaristaniya Sumeran yanî di serdema Neolotîk de jî zimanê Kurdî hebûna xwe nîşan dide û îspat kiriye. Gava ku em li dîrokê dinêrin em dibînin ku zimanê me bi gelek zehmetiyan re rû bi rû maye.  Dibe ku piraniya pirtûkên pîroz yên vî zimanî hatibin windakirin û dibe ku hin belgeyên kevin yên ku vî zimanî tespît dikin ji ber êrîşan xwe negihandibin roja me ya îroyîn.’’

'HER ROJ CEJNA ZIMANÊ KURDÎ YE'

Egîd Nasiro di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser tundiya li ser ziman û got: "Li Rojhilata Navîn ku tim li vê erdnigariyê şer û alozî hene,  van şer û aloziyan bandoreke mezin li zimanê me kiriye ku zimanê me jî  para xwe jî ji êşê girtiye. Xebatkar û xemxurên vî zimanî ji bo ku zimanên xwe pêş bixin, yên weke Mîr Celadet Elî Bedirxan,  bi derbasbûna tîpên latînî xwestin rûpelekî nû ji bo lêkolînkirina taybetmendiyên vî zimanî derxe pêş, vekin.  Zimanê me gelekî dewlemend e ji bo me her roj cejna zimanê Kurdî ye û em ê  her rojê zimanê xwe ji dagirkeriyê û windabûnê biparêzin."

Egîd Nasiro qala xebatên ji bo pêşketina zimanê Kurdî kir û wiha pêde çû: ‘’Di salên 1931-1932`yan de gelek hewldan hatine dayîn ku zimanê Kurdî pêş bikeve. Em dikarin li mînaka Roger Lescot binêrin ku  ew bi xwe ne kesekî kurd e lê belê bi Celadet Elî Bedirxan re ji bo pêşketina zimanê Kurdî gelekî xebitiye. Gelek mînakên weke Lescotî hene.’’

'ZIMANÊ ME YÊ QEDEXEKIRÎ NIHA LI ZANÎNGEHAN TÊ XWENDIN'

Hevserokê Fakulteya Wêjeyê ya Zanîngeha Kobanê Egîd Nasiro destnîşan kir ku îro bi hezaran peyrewên Mîr Celadet Elî Bedirxan ji bo pêşketina Kurdî di nava têkoşînê de ne û ev yek anîn ziman: ‘’Bi destpêkirina Şoreşa Rojava re zimanê Kurdî veguherî asteke nû. Xebatên li ser zimanê Kurdî her ku diçezêdetir dibin.  Me li dibistanên herî biçûk dest pê kir, bi grupên biçûk yên amadekirina mamosteyan. Vaye îro li Kobanê  û li tevahiya Rojava di asta masterê de zimanê Kurdî tê xwendin û gihîştiye asta lêkolînên bilind.’’

'ŞOREŞA ROJAVA ŞOREŞA ZIMAN E'

Nasiro destnîşan kir ku kadroyên nû yên vî zimanî di astên bilind de hatine perwerdekirin û ji bo lêkolînên berfireh di nava xebatê de ne û got:  ‘’Şoreşa Rojava ji bo pêşketina zimanê me gelekî girîng e. Şoreşa Rojava li seranserê cîhanê deng vedaye. Rola Netewa Demokratîk gelekî mezin e ku tevahî netewan di nava xwe de dihewîne û her kes dikare bi rengê xwe, bi zimanê xwe û bi baweriya xwe xwe bide îfadekirin. Şoreşa Rojava ne tenê şoreş jin û ciwanan e her wiha şoreşa ziman e jî.’’

Egîd Nasiro di dawiya axaftina xwe de bang li malbatan kir ku bi zarokên xwe re bi Kurdî biavin û got: ‘’Zimanê Kurdî di warê dewlemendbûnê de di asteke bilind de ye. Ger em jî bi zimanê xwe biaxivin,bixwînin û lêkolînan bikin em ê êrîş û qedexekirinên li dijî zimanê me têk bibin. Em vê rojê li her xemxurê zimanê Kurdî pîroz dikin û bi taybet jî li gelê Kurd. Bi saya Şoreşa Rojava êdî tu kes nikare li  pêşiya zimanê me bisekine û zimanê me qedexe bike.’’