Mîrateya Zîlan: Ji Zapê heta bi Rojava agirê azadiyê -IV

Halît Oral ku li ser xeta fedaî ya Şehîd Zîlan meşiya, jiyana xwe da têkoşîna azadiyê ya Kurd, 9'ê Cotmeha 1998'an li Girtîgeha Mereşê bedena xwe da ber agir û bû pêşengê destpêkê yê çalakiyên 'Hûn nikarin roja me tarî bikin'.

HALÎT ORAL

Têkoşînên azadiyê bi wêrekî û fedakariyê rê li ber dîrokê dixin. Mîrateya Zîlan di nava Tevgera Azadiyê ya Kurd de bû meşaleyek. Halît Oral da ser şopa vê xetê. Di sala 1971'ê de li Mêrdînê ji dayik bû, di sala 1998'an li Girtîgeha Mereşê bi çalakiya 'Hûn nikarin roja me tarî bikin' ev agir dada. Halît Oral ku bi dilsoziya bi Rêber Apo re bedena xwe da ber agir, ji Zapê heta bi Rojava ruhê azadiyê bilind kir, li ber mêtingeriyê rabû û bû yek ji sembolên nemir ên berxwedanê.

Halît Oral sala 1971'ê li navçeya Omerlî ya Mêrdînê, li nava malbateke bi taybetmendiyên feodal, xizan, lê welatparêz ji dayik bû. Ji ber zextên mêtingeriya dewleta Tirk sala 1978'an li gel malbata xwe koçî Çûkûrovayê, Skenderûnê kir. Hesreta wî ya ji bo ax û çiyayên Kurdistanê di dilê wî de timî zindî bû. Jiyana xwe da têkoşîna azadiyê ya Kurd û 9'ê Cotmeha 1998'an li Girtîgeha Mereşê bedena xwe da ber agir û bû pêşengê destpêkê yê çalakiyên 'Hûn nikarin roja me tarî bikin'. Halît Oral li Skenderûnê li dibistanên mêtingeriyê dest bi xwendina dibistana seretayî kir, lê belê ji ber zor û zehmetiyên aboriyê û nqebûlkirina dibistanê di pola destpêkê de dest jê berda. Ji bo karibe tevkariyê li aboriya malbata xwe bike di karên cuda de xebitî, lê belê ti karî dilê wî rehet nekir.

Di nameya xwe de ya ku ji bo Rêber Apo nivîsî bû anîbû ziman ku ti ji wan dilê wî rehet nekiriye û gotibû, "Malbata min demeke dirêj partî nas dikir jî bi taybetî bi vî rengî bandor li min kiribû; ji ber ku di temenê biçûk de ji welêt cihê bûm, ji ber bandora giran a çand û jiyana metropolan, kesayetiya min li gorî vê yekê ava bû. Bi bandora çanda çewt û pirsgirêkên madî nizanîbû ku çi bikim, min jiyan tenê weke îtibarek li nava civakê, bilindbûn û bûyîna xwedî hêzekê didît. Li ser vê yekê lêgerînên min hebûn. Kesayetiya min a asîmîlekirî, dema ku hîn bêhtir ji rastiya gel û welat re bû xerîb, kete nava pratîkeke li gorî jiyana pergalê ya ku dijmin li ser civakê ferz dikir. Bi bandora derdora civakî ya çewt bala min çû ser ciwantiya têkçûyî. Li şûna hezkirina netewe, gel û welêt ez bi têgihiştina parastina malbatê radibûm, li şûna giştî min berjewendiyên şexsî ji xwe re dikir esas û jiyana xwe li ser vê yekê ava dikir. Di nava pergalê de di pîşeyê ku lê dixebitîm, zû aciz dibûm."

BIRYARA TEVLÎBÛNA LI NAVA REFÊN PARTIYÊ

Halît Oral pêvajoya xwe ya lêgerînê di nameya ji bo Rêber Apo de bi vî rengî anî ziman: "... Hem ji aliyê madî hem jî ji aliyê hêzê ve min daxwaza xwe pêk anî. Dawiya sala 1992'an ji nava derdoreke bi vî rengî jî aciz bûm. Li gel ku min digot, ez gihîştime her tiştî, hîn jî di nava min de valahiyeke mezin hebû. Min xwe hîn bêhtir bi tenê hîs dikir. Ji ber ku malbat û derdora min welatparêz bûn, dema ku min karê li hemberî civakê dikir, heta astekê ji aliyê malbata xwe ve nehatim qebûlkirin. Ji ber ku hem karê ku min dikir hem jî nêzîkatiyên min li yên malbata min, derdora malbata min nedihatin. Di encama vê yekê de jî lêgerîna min a li nasnameyê û kesayetiyê bi rengekî çewt û xerîbiya ji xwe bi pêş diket. Piştî sala 1992'an bi mezinbûna têkoşînê re, çalakî û serhildanên girseyî yên li metropolan bala min a ji bo partiyê zêde dikir.

Di vê demê de min partî nas kir. Lê belê min nekarîbû dest ji jiyana sîstemê berdim ku demeke dirêj di nav de bûm. Min qutbûneke şênber nikarîbû bikira. Di vê mijarê de dudil bûm. Li hemberî vê yekê ez ji jiyaneke derewîn, sexte, ya ku mirov dixapand û xerîbê xwe bû, aciz bûbûm. Û min dest bi lêgerînên nû kir (...) Piştî ku bi hevalan re axivîm, min sextetiya jiyana derbasbûyî dît. Min dît bê çiqasî dejenere bûye, jiyaneke ku mirovan diqedîne. Piştî ku min heval nas kir, bi taybetî bi hevaleke jin re axivîm, min biryar da ku dest ji jiyana xwe ya berê berdim. Û min biryar da ku tevlî partiyê bibim."

Sala 1992'an tevlî nava karên eniyê bû û bi vî rengî ber bi refên PKK'ê ve gav avêt. Nikarîbû xwe li têkoşînê rabigire; dixwest her wezîfeyê bê kêmasî bi cih bîne. Bi biryardariya serxistina karê xwe, li nava derdora xwe bû cihê baweriyê. Dilsoziya wî ya bi partiyê re her roj hîn xurt bû. Di Gulana 1994'an de ji bo Rêber Apo bibîne bi rê ket, lê belê 4'ê Gulanê hate girtin. Ev roj weke 'roja lanetbûyî' pênase kir, ji ber ku firsenda dîtina Rêbertî ji dest dabû. Ji zindana Mersînê heta ya Konyayê, ji wir heta Girtîgeha Ermenekê hate sirgûnkirin. Li zindanê xwe bi analîzên Rêbertî xwedî kir, bi kêmasiyên xwe re rû bi rû bû û li hemberî meylên li derveyî partiyê bi rengekî bê eman têkoşiya. Bi gotina 'Min bi ti kêmasiyan û şaşitiyan re li hev nekir, bi ser wan de çûm' nasnameya xwe ya berxwedêriyê parast.

BERXWEDANA LI ZINDANÊ: FERMANDAREKÎ JI AGIR

Gotina 'Wê şer kir' a ku Rêber Apo ji bo Sema Yuce got, ji bo xwe kir rêber. Bi armanca xwegihandina Rêber Apo her kêliya xwe bi têkoşînê dagirt. Zindan ji bo wî qadeke şer bû. Bi ruhê Rêber Apo û hişmendiya şehîdan tevgeriya, ti carî xwe têr nedît. Di rêwîtiya agir de her şaneya xwe bi azadî û hezkirinê dagirtî bû. Mirovek ji xwe wêdetir bû.

Sala 1998'an dema ku li hemberî Rêber Apo komploya navneteweyî destpê kir, Halît Oral li cihê xwe nesekinî. Gefên dewleta Tirk ên li ser Sûriyeyê planek li dijî Rêber Apo bû. Di civînan de got, "Ev yek ne tenê li hemberî Sûriyeyê ye, êrîşek li hemberî Rêbertî ye' û bal kişand ser aliyê vê xeteriyê. Hevdîtinên Barzanî û Talabanî yên li DYE û Enqereyê weke parçeyek ji komployê dît. Got, 'Divê tiştek bê kirin'.

ÇALAKIYA FEDAÎ: BENDA JI AGIR

Biryar da ku li hemberî komploya li ser Rêber Apo bendeke ji agir ava bike. Çalakiya xwe bi hesasiyet plan kir, bêyî ku kes pê bihese amadekariyên xwe temam kir. Du kevir xist nava çakmakê xwe û hemû detayên biçûk  hesab kir. Şeva 8'ê Cotmehê bi 9'ê Cotmehê ve girê dida, saet di 03:00 de li Girtîgeha Mereşê çalakiya xwe pêk anî. Ji berxwedana li Koxûşa 35'an a Mazlûm Dogan sûd wergirt. Bi bêdengî vegeriya hucreya xwe, kincên ji naylon li xwe kir, derî bi ben girê da. Bîdona kolonyayê rahişt û bedena xwe da ber agir.

Bi dirûşmên 'Bijî Serok Apo', 'Bi can bi xwîn em bi te re ne ey Serok' di nava êgir de govend gerand. Hevrêyên wî hewl dan derî vekin û bikevin hundir, lê belê Halît Oral bi biryar bû. Bİ gotina 'Hevrêno bihêlin bişewitim' xwest çalakiya xwe temam bike. Di nava êgir de nîşaneya serketinê kir, keniya. Dema ku derî vebû piraniya bedena wî şewitî bû, lê belê ew bi ruhê xwe yê serhildêr razayî bû. Dema ku personelên girtîgehê û leşker hatin, bi nîşaneya serketinê li ber wan rabû û bi ken nîşanî wan da ku têk çûne.

MÎRATE: NEMIRÎ Û BERXWEDAN

Çalakiya Halît Oral bû çirûska destpêkê ya berxwedana 'Hûn nikarin roja me tarî bikin'. Halît Oral ku ji bo têkbirina komploya navneteweyî bedena xwe da ber agir, bû berxwedanek heta hevrêyên xwe Alî Aydin, Bulent Bayram, Selamet Menteş, Aynûr Artan, Mehmet Gul û Mîrza Sevîmlî. Di nameya xwe ya ji bo Rêber Apo de got, "Dibe ku çalakiya min nikaribe bi dewleta Tirk gavê paşve bide avêtin, lê belê wê cîhanê li wan bike zindan'. 

Halît Oral fermandarek bû di dilê dîrok û paşerojê de. Milîtanê rojê, pêşengê benda ji agir bû, di nava têkoşîna azadiyê de nemir bû. Agirê Halît Oral li her bihosta Kurdistanê hîn jî dişewite.