BI DÎMEN

Cenazeyê şervanê QSD'ê Îbrahîm Ziêtir li Sirînê hat veşartin

Cenazeyê şervanê QSD’ê Îbrahîm Ziêtir yê di 13’ê Gulanê de dema li ser erka xwe bû şehîd bû, li Goristana Şehîdan a Sirînê hat veşartin.

Cenazeyê şervanê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Îbrahîm Ziêtir yê di 13’ê Gulana 2024’an de dema li ser erka xwe bû şehîd bû, li Goristana Şehîdan a Sirînê ya Kantona Firatê bi merasîmekê hat veşartin. Malbatên şehîdan, sazî û dezgehên girêdayî Rêveberiya Xweser û bi sedan xelkê Sirînê tevlî merasîmê bûn. Di merasîmê de wêneyê şehîd hatin hildan û dirûşmên “Şehîd namirin” hatin berzkirin.

Di merasîmê de ji bo giyanê şehîdan deqeyek rêzgirtin hat girtin. Piştre ji Rêveberiya Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Mistefa Ûçkaxet axivî û soza şopandina rêya şehîdan da. Mistefa Ûçkaxet anî ziman ku şehîd Îbrahîm Ziêtir li dijî desthilatê serî hilda û cihê xwe di nava QSD’ê de girt. Mistefa Ûçkaxet got ku ew soza tolhildana şehîdan didin û got, wê ala şehîdan timî hildin jor.

Hevserokê Meclîsa Sirînê Şebo Ebdilreza jî axivî û got: “Em ê timî li ser rêya şehîdan têkoşînê geş bikin û li dijî destdirêjiyê jî serî hildin. Em ê li hemberî dagirkeriyê rabin û welatek azad ava bikin.”

Hevserokê Encûmena Cîbcîkar a Kantona Firatê Ferhan Hec Îs jî axivî û ev tişt got: “Em ê timî rêya şehîdan bişopînin û Sûriyeyek azad ava bikin.”

Hevseroka Meclîsa Malbatên Şehîdan a Sirînê Behiya Elî jî axivî û got: "Em ê timî li ser rêya şehîdan têkoşînê geş bikin û li dijî dagirkeriyê rabin.”

Piştre wesîqeya şehadeta şehîd hat xwendin û radestî malbatê hat kirin.

Cenazeyê şervanê QSD’ê Îbrahîm Ziêtir bi dirûşmeyên “Şehîd namirin” hat veşartin.