Cenazeyê 2 şehîdên QSD’ê li Şedadê hat veşartin

Cenazeyê 2 şehîdên QSD'ê, Elî El Elêwî û Mihemed El Receb ku 10’ê Gulanê li Dêrazorê di encama êrîşa çeteyên DAÎŞ'ê de Şehîd bûbûn, li Şedadê hat veşartin.

Şêniyên bajarê Şedadê yê kantona Cizîrê ji bo veşartina cenazeyên herdu şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Elî El Elêwî û Mihemed El Receb ku Di 10'ê Gulanê de çeteyên DAÎŞ'ê bi erebeyeke bombekirî li dijî rêbendeke kontrolê ya QSD'ê ya li bajarê Şihêl ê rojhilatê Dêrazorê kiri bû Di encamê de 3 şervan şehîd bûn û 7 birîndar bûn, berê xwe da pekrewangeha şehîdan. 

Di merasîme de serî de rêveberê Meclisa Malbatên Şehîdan Ewde Hisên destnîşan kir ku hêzên wan ê li hember komployên li dijî gel û aramiya wî bisekinin û ew ê ji bo pêkanîna jiyaneke tijî hezkirin û dilsozî şehîdên zêdetir jê bidin.

Endamê Nivîsgeha Têkiliyên Leşkerî ya Şedadê Mihemed El Idêb sersaxî da malbatên şehîdan û soza domandina têkoşînê li dijî zehmetî û komployên li dijî herêmê nû kir.

Di dawiya merasîmê de wesîqeyên herdu şehîdan hatin xwendin û ji bo malbatên wan hatin radestkirin. Cenazeyên herdu şehîd bi tilîliyên dayikan û şiyara "Bi can bi xwîn em bi te re ey şehîd" hatin veşartin.