BI DÎMEN

Zarokên Kobanê ji bo silavkirina berxwedana gerîla, stran gotin

Zarokên Kobanê ji bo silavkirina berxwedaniyê gerîla stran pêşkêş kirin. Zarokan gotin ku gerîla ji bo wan welat û jiyan e.

ZAROKÊN KOBANÊ

Di nava mercên herî zor û zehmet de gerîla berxwedaniyeke dîrokî dikin, ew berxwedanî jî her rojê bilind dibe û derbeyên giran li dagirkeriyê didin. Gerîla li çiyayên Kurdistanê ji bo her çar parçeyên Kurdistanê, têdikoşin. Ji bo silavkirina berxwedaniya gerîla zarokên Kobanê bi stranên xwe berxwedaniya gerîla silav kirin.

Zaroka bi navê Sewsen Mehmûd diyar kir ku gerîla ji bo wan welat, jiyan û hezkirin e û got: "Ev stranên ku me gotî ez diyarî Rêber Apo û gerîlayên ku di nava mercên zor de şer dikin, dikim. Gerîla ji bo me welat, jiyan û hezkirin e. Weke zarok em ji bajarê Kobanê silavên xwe ji berxwedaniya gerîla re dişînin."

Zarokên bi navê Rûpelda Delîl Mehmûd û Dîrok Henîfî stranên xwe diyarî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û gerîla kirin.