Şêniyên Minbicê tecrîda li Îmraliyê protesto kirin

Şêniyên Minbicê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kirin.

ŞERMEZARKIRINA TECRÎDÊ

Şêniyên bajarê Muhteriq û bajaroka El Feratê yên kantona Minbicê li ber Meclîsa Sivîl a Bajarê Muhteriqê hatin cem hev û tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kirin.

Di daxuyaniya ku ji aliyê endamê Komîteya Ciwanên Şoreşger ên Sûriyeyê Remî El Hemdo ve hat xwendin de tecrîd hate şermezarkirin û hat diyarkirin ku gelê herêmê ji bo rakirina tecrîdê û azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan têkoşîna xwe didomîne.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku dijmin hewl dide bi tiryak û nakokiyan ciwanan têk bibe û bang li hêzên navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan hat kirin ku erk û berpirsyariyên xwe bi cih bînin.