Li Efrînê kesekî din hate revandin

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li gundekî navçeya Şera ya Efrînê kesekî 42 salî revandin.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên xwecihî hatin wergirtin, li gundê Qitmê Omer Hesen Şêxo ji aliyê dewleta Tirk ve hate revandin.

Hate ragihandin ku Şêxo beriya 5 rojan ji Tirkiyeyê hatibû dersînorkirin.

Dewleta Tirk li herêmên ku dagir kiriye rejîmeke terorê ava kiriye. Revandina mirovan, êşkence, înfaz, talankirin bûne sûcên rojane.

Li gorî Navenda Belgekirina Sûcan di meha Nîsanê de herî kêm 28 kes hatin revandin. Li gorî heman çavkaniyê di sala 2023'an de herî kêm 435 kes li Efrînê hatin revandin. Di nava wan de zarok û 180 nexweş jî hebûn.