Li Qamişlo û Dêrikê li dijî êrîşên dagirkeriyê meş

Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li Qamişlo û Dêrikê bi meşên girseyî hatin protestokirin.

ÊRÎŞÊN DAGIRKERIYÊ YÊN LI SER ROJAVA

Bi sedan şêniyên bajar û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê bi meşên girseyî şermezar kirin.

QAMIŞLO

Bi beşdariya sedan şêniyên Qamişlo, nûnerên saziyên sivîl û partiyên siyasî li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê meşek hat lidarxistin.

Meş ji pêş dermanxaneya Deham a li taxa Kornîş heta pêş navenda Komîseriya Kar û Barên NY’yê ya Penaberan li taxa Siyahî destpê kir. Di meşê de pankartên ‘Faşîsta Tirk li ser ewlehiay cîhanê gef e, em li dijî vê terorê bisekinin’, ‘xaka me ne hedefên Erdogan e’, ‘Bi fikr û felsefeya Rêber Ocalan em ê heta pêkanîna azadiya fîzîkî wî li ser şopa şehîdan bin’ hatin hildan.

Li pêş komîseriyê endamê rêveber ê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Şêro Mihemed Şero axivî û got: "Dewleta Tirk a dagirker hewl da binesaziya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wêran bike, lê vîna gel ji çek û balafirên wê mezintir e. Em bang li NY’yê, rêxistinên mafên mirovan, têkoşer û azadîxwazên li cîhanê dikin ku li hember dagirkeriya Tirk bisekinin û nehêlin destwerdanê li kar û barên me yên hundirîn bike."

Meş bi berzkirina dirûşmên ‘Serok Apo’ û ‘Kujer Erdogan’ bi dawî bû.

DÊRIK

Li Dêrikê bi sedan şênî li qada azadiyê kom bûn da ku êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar bikin.

Di meşê de pankartên ‘Na ji dagirkerî na ji qirkirinê re’ hatin hildan.

Beşdar li pêş navenda Kongra Star kom bûn. Li wir hevserokê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) a Dêrikê Mutî Elî axivî û got: "Êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dewama siyaseta qirkirin û şikandina vîna gelê Kurdistanê ye. Êrîşên dagirkeriyê hemwextî tecrûbeya gelê me yê demokratîk hemwextî hilbijartinên şaredariyan pêk tên."

Elî wiha domand: "Divê em di vê qonaxa hestiyar de dengê xwe bikin yek û têkoşîna xwe bilind bikin û li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker bisekinin."

Meş bi berzkirina dirûşmên ‘na ji dagirkeriya Tirk re’ bi dawî bû.