Bîlançoya êrîşên li ser Efrîn-Şehbayê

Navenda Çapemeniyê ya HRE’yê ragihand ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê di meha Gulanê de 124 caran Kantona Efrîn-Şehbayê bombebaran kir û di êrîşan de gelek zarok şehîd bûn.

ÊRÎŞÊN LI SER EFRÎN-ŞEHBAYÊ

Navenda Ragihandina Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) bîlançoya êrîşên ku artêşa dewleta Tirk a dagirker di meha Gulanê de li dijî Kantona Efrîn û Şehbayê pêk anîne, eşkere kir.

Li gorî bîlançoya hatiye parvekirin, di navbera 1 û 31’ê Gulanê de artêşa Tirk a dagirker, 124 caran êrîşî 37 gund, bajarokên Şehba-Efrînê û derdora wan kir. 3 cihên hêzên Hikûmeta Şamê jî bûn hedef.

Di êrîşên ku bi tang, topên obus û hawanan, balafirên bêmirov û bi çek, dronên xwekuj û bombeataran pêk hatin de, malên welatiyan, erdên çandiniyê, bax û baxçeyan zirar dît.

Di topbarana 18’ê Gulanê ya li ser gundê Semoqa yê Şehbayê de zarokê bi navê Ferês Xelef Îbrahîm şehîd bû, 3 zarok jî birîndar bûn.

Di topbarana 31’ê Gulanê ya li ser gundê Şêx Îsa yê Şehbayê de jî hemwelatiyekî 60 salî birîndar bû.

Di êrîşa 19’yê Gulanê ku droneke xwekuj li ser gundê Seda Şehba pêk hat de, leşkerî Hikûmeta Şamê yê bi navê Beşar Cebora (36) birîndara bû.

Di êrîşa 24'ê Gulanê de ku bi dronek xwekûj li ser noqteyek hêzên Hikûmeta Şamê ya li gundê Hirşa Sixunekê ya bajarê Şêrewa ya Efrînê pêk hat, zirara madî çêbû.

15'ê Gulanê bi dironek xwekuj noqteya hêzên Hikûmeta Şamê ya li gundê Kefer Anton ê bajarê Şera yê Efrînê hat hedefgirtin. Di êrîşê de ziyana madî çêbû.