BI DÎMEN

Ferîd Etî: Çi zerara hilbijartinên me yên şaredariyê li kê heye?

Hevserokê Meclîsa Gelan a Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Ferîd Etî pirsa "Gelo hilbijartinên me yên şaredariyan çi zerarê li kê dike?" kir.

HILBIJARTINÊN XWECIHÎ YÊN LI ROJAVA

Hevserokê Meclîsa Gelan a Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Ferîd Etî anî ziman ku dewleta Tirk bi zêdekirina êrîşan hewl dide pêşî li pêkhatina hilbijartinên xwecihî bigire û got, "Hilbijartinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zerarê nade kesî, metirsiyeke xwe nîne. Berevajî, gel li bajar, navçe û bajarokan hevşaredarên xwe hildibijêre. Hilbijartinên şaredariyan li hemberî kesî xeterî nîne. Divê dawî li vê aciziya xwe bînin."

Hevserokê Meclîsa Gelan a Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Ferîd Etî têkildarî hilbijartinên şaredariyan û endamên meclîsa şaredariyan ên di 11'ê Hezîranê de bêne lidarxistin ji ANF'ê re axivî.

Ferîd Etî anî ziman ku gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gelekî welê ye ku dikare xwe biparêze û got, "Ji bo parastina Şoreşa Rojava saziyên leşkerî, siyasî û civakî bi rêxistin kir. Bi Hevpeymana Civakî re ku 23'ê Kanûna 2023'an ragihand, sîstema rêveberiyên xwecihî ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji nû ve hate nirxandin. Hate destnîşankirin ku şaredarî divê dûrî Komîteya Karên Civakî ya Bakkur û Rojhilatê Sûriyeyê bê birêxistinkirin. Şaredarî wê bi sîstema konfederalîzmê bê meşandin. Her şaredarî wê xwedî xweseriya xwe be, li gorî pêwîstiyên xwe bi navê xwe karibe biryaran werbigire. Li ser vê bingehê Meclîsa Gel a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Qanûna Şaredariyan pejirand. Bi diyarkirina Qanûna Hilbijartinê re Komîseriya Hilbijartinê ya Bilind dest bi kar kir. Ji bo herêmê gaveke girîng e. Gel wê bi îradeya xwe hevşaredarên xwe û encamên meclîsa şaredariyan hilbijêre. Wê bide destpêka serdema nû. Wê hurmet ji îradeya gel re bê nîşandan."

Ferîd Etî bal kişand ser hin derdorên li dijî hilbijartinan ku wê di 11'ê Hezîranê de pêk were û got, "Tirkiye û Sûriye aciziya xwe nîşan didin. Hilbijartinên şaredariyan sîstemeke ku karên navxweyî, bajar, bajarokan eleqedar dike. Lewma hilbijartineke ku divê bi îradeya xelkê bajar, navçe û bajarokan bê kirin. Hilbijartinên şaredariyan li hemberî kesî xetere nîne. Divê dawî li vê aciziya xwe bînin. Bi taybetî dewleta Tirk divê dawî li êrişên xwe yên bi hinceta hilbijartinê bîne. Sîstema şaredariyan sîstemeke civakî ıye. Li tevahiya cîhanê ev sîstem bi vî rengî tê meşandin. Mafê gelê me ye ku nûnerên xwe hilbijêre. Dema ku şaredarî tê gotin, karên xizmetê tê bîra mirovan. Ev hilbijartin jî ji bo xizmeteke hîn baş ji gel re bê kirin pêk tê. Ji aliyê siyasî ve kesî eleqedar nake û pêwendiya xwe bi kesî re nîne. Dengdana gel wê hurmeta li demokrasiyê nîşan bide."

Têkildarî bandora encamên hilbijartinê li herêmê jî Ferît Etî got, "Hêviya me ew e ku hilbijartin bi rengekî aştiyane, demokratîk û şênber pêk were. Ji ber ku wê bi îradeya gel bê hilbijartin, bandoreke xwe ya erênî wê hebe. Li gorî daxwazên gel, bi piştgiriya gel wê xizmetê bide. Wê bibe ispata wê yekê ku gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi demokrasiyê têne birêvebirin. Hêviya gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî ew e ku êdî her kes fêhm bike ku bi demokrasiyê tê birêvebirin. Ji bo hurmeta li gel pêk were divê bingeha saziyan bi xurtî bê danîn."