HEVPEYVÎN

Salih Muslim: Tê xwestin ku hilbijartin bi êrîşan were sabotekirin

Salih Muslim êrîşên dewleta Tirk weke hewldana sabotekirina hilbijartinan pênase kir û got: ‘’Dewleta Tirk li hemberî hilbijartinan gelekî bêtehemil e. Lê belê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wê teqez van hilbijartinan lidar bixe.’’

ÊRÎŞÊN DAGIRKERIYÊ YÊN LI SER ROJAVA

Piştî ku Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihand ku li wê li herêmê hilbijartinên xwecihî pêk werin, gef û êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê bênavber dewam dikin. Di encama êrîşa li ser herêmê ya 31’ê Gulanê de 4 şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk şehîd bûn û 11 sivîl jî birîndar bûn ku di nava wan de jin û zarok jî hene.

Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim têkildarî êrîşên dewleta Tirk ên beriya hilbijartinan ên li ser herêmê ji ANF’ê re axivî.

‘HILBIJARTIN WÊ BI AWAYEKÎ ZELAL WERIN KIRIN’

Salih Muslim têkildarî hilbijartinên xwecihî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê axivî û got: ‘’Hilbijartin wê bi armanca zêdetirkirina xebatên ji gelê herêmê re werin kirin. Heya niha hin kêmasî hebûn. Wê bibe hilbijartineke demokratîk a ku gelên li herêmê beşdarî bibin. Tu eleqeya hilbijartinên ku wê werin kirin, bi tu kesî re tune ye û ne rast e bi awayekî din werin nirxandin. Li tevahiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê cara ewil hilbijartineke bi vî rengî wê were kirin. Ji ber vê yekê jî hin acizî çêdibin. Hilbijartin wê bi awayekî demokratîk û zelal werin kirin. Her wiha pîvanên Peymana Civakî ya hatî derxistin, tên sepandin. Ji ber vê yekê mafê tu kesî tune ye ku têkildarî hilbijartinan tiştekî bibêje. Gelê me wê bi dilxweşî biçe ser sindoqan.’’

‘WÊ LI GORÎ ŞERTÊN BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYEYÊ HILBIJARTIN WERIN LIDARXISTIN’

Salih Muslim bal kişand ser daxuyaniyên Berdevkê Wezareta Karên Derve yê DYE’yê û axaftina xwe wiha domand: ‘’Di daxuyaniyê de tê destnîşankirin ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li gorî biryara NY’yê ya 2254’an derfeteke bi vî rengî ava nebûye. Bi biryara 2254’an a NY’yê dixwazin balê bikişînin ser çareseriya siyasî. Wan çima daxuyaniyeke bi vî rengî da? Ji ber ku mijara hilbijartinên berbehs di rojeva dewleta Tirk de ye û ji ber ku ew bûyerê bi rengekî din dinirxînin, daxuyaniyeke bi vî rengî hate dayîn. Dewleta Tirk bi rojan e dibêje ku DYE li pişt hilbijartinan e. Dibe ku piştî bertekên dewleta Tirk daxuyaniyeke bi vî rengî hatibe dayîn. Gotineke dîplomatîk e û armanc jî sornekirina Tirkiyeyê ye. Wê li gorî şertên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hilbijartin werin lidarxistin. Wê bêyî piştevanî û şêwirmendiya hin kesan werin lidarxistin.’’

‘ASTA BÊTEHEMILIYA DEWLETA TIRK ZÊDE BÛ’

Salih Muslim bal kişand ser êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên piştî daxuyaniya DYE’yê û ev yek anîn ziman: ‘’Dewleta Tirk ji destpêkê ve li dijî van hilbijartinan e. Dewleta Tirk li dijî îradeya gel û demokrasiyê ye. Dema ku li herêmê pêngaveke têkildarî demokrasiyê tê avêtin, dewleta Tirk li dijî wê pêngavê derdikeve. Bi min tu eleqeya êrîşên dewleta Tirk bi daxuyaniya DYE’yê re tune ye. Ev êrîş bi salan e hene. Bi taybetî jî piştî Peymana Civakî asta bêtehemiliyê dewleta Tirk zêde bû.’’

‘GELÊ ME WÊ BI ÎRADEYA XWE NÛNERÊN XWE HILBIJÊRE’

Salih Muslim êrîşên dewleta Tirk weke sabotekirina hilbijartinan, çavtirsandina gel û astengkirina çûna ser sindoqan nirxand û axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: ‘’Dewleta Tirk ji bo ku hilbijartin neyên kirin wê her tiştî bike. Li hemberî hilbijartinan li gel dewleta Tirk bêtehemiliyeke mezin heye. Lê belê Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wê teqez van hilbijartinan lidar bixe. Wê gelê me jî biçe ser sindoqan û wê bi îradeya xwe nûnerên xwe hilbijêre.’’