BI DÎMEN

Xwendekarên Zanîngeha Kobanê: Bi saya Rêber Apo xewn û xeyalên me pêk hatin

Xwendekarên Zanîngeha Kobanê dan xuyakirin ku bi saya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xewn û xeyalên wan pêk hatiye û gotin ku ji bo xurtkirina zimanê Kurdî ew ê ked bidin.

XWENDEKARÊN ZANÎNGEHA KOBANÊ

Duh li bajarê Kobanê ji bo 250 xwendekarên hemû beşên zanîngehê şahiya derçûnê hat lidarxistin. Şahî bi beşdariya hezaran kesî li lîstikgeha Kobanê pêk hat.

Ji merasîma derçûna 250 xwendekarên Zanîngeha Kobanê hin xwendekar ji ANF`ê re axivîn û diyar kirin ku ew bi israr in ku zimanê xwe bighînin astên herî jor û ew ê xew in û xeyalên bi hezaran şehîd pêk bînin.

Berdevka Meclîsa Jin a Zanîngeha Kobanê Hedlê Osî, da zanîn ku 250 xwendekar ji hemû beşên zanîngeha Kobanê derçûne û wiha got, “Me jî merasîma derçûnê li lîstigehê pîroz kir. Ji bo me xewn û xeyal bû ku rojekê hemû şagirtên me li zanîngehan bi zimanê xwe ya dayikê bixwînin. Lê ev xeyal pêk hatin û ev merasîma derçûna sêyemîne pêk tê. Ev jî ji xwe rojeke dîrokî ye. Ji ber wê kêfxweşiyê hestên xwe jî nikarim bînim ziman. Wê di bernameya me de xelatkirina xwendekaran karnameya derçûna wan be. Hêviyên me ew e ku em gavên hîn bêhtir mezintir bavêj in. Divê xwendekarên me jî li vir tenê nesekin in û divê hîna zêde em tev biger in."

‘ME SERKEFTINA XWE DIYARÎ ŞEHÎDAN KIR’

Xwendekarê derçûyî yê peymangeha teknîk beşa elektirîkê ya Zanîngeha Kobanê Harûn Mihemed jî axivî û diyar kir ku hêviyên wan pêk hat û ji ber vê gelek kêfxweş in. Mihemed got, “Tevî şert û mercên zehmet û şer jî pergalek a perwerdehiyê rûniştiye. Israra me ew e ku em zimanê xwe hîn bêhtir pêş bixin û bi serkev in. Di encamê berdêlên giran de îro ev destketî bi dest me ketine ku em bi zimanê xwe yê dayikê zimanê Kurdî ku li her derê qedexeye, dixwînin. Ev yek ji bo me serbilindiye. Em ê niha destpêkê bikevin lîstikgehê û silavan li tevahî gelên amade bikin. Piştî wê jî em ê sirûda Ey Reqîb bixwînin û deqeyekê rêz bigirin. Pêşî em çûn goristana şehîd Dîcle û li wir me serketina xwe li şehîdên xwe pîroz kir, ji ber ne şehîdên me bana em ê negihîştina vê astê."

‘BI SAYA RÊBER APO Û ŞEHÎDAN ME XEWN Û XEYALÊN XWE PÊK ANÎ’

Xwendekara derçûyî ya beşê ziman û wêjeya Kurdî Ahîn Şehîn, ku hem dayîke û hem jî bi zimanê xwe dixwîne, wiha got, "Kêfxweşieyeke gelekî mezin ku nikarim vebêjim heye. Gelek zehmetî jî hebûn, lê ew tevahî hatin derbaskirin. Xewnek bû ji bo me ku em bi zimanê xwe yê dayîkê bixwînin, lê vaye îro em li bajarê Kobanê şahiya derçûnê lidar dixin û bi zimanê xwe dixwînin. Em vê serketina xwe diyarî dayîkên şehîdan û şehîdan û bi taybet jî Rêber Apo dikin. Ku em bi saya wab li vir in û bi ser ketin e."