Çeteyekî DAÎŞ'ê yê ji Kampa Holê jin û zarok direvand hate girtin

Tîmên Operasyona Leşkerî (TOL) a Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ragihand ku çeteyekî DAÎŞ'ê yê ku jin û zarok ji Kampa Holê direvand hatiye girtin.

Tîmên Operasyonên Leşkerî (TOL) yên girêdayî Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) di 30ˊê Gulanê li gundê Ebû Curn ê Til Hemîsê operasyoneke ewlehiyê pêk anî. Li gorî daxuyaniya li ser malpera QSDˊê, TOLˊê di operasyonê de Ebdullah Mihemed Îbrahîm (Ebî Hîşam) girt.

Di daxuyaniyê de hat gotin terorê hatiye girtin malbatên rêxistina DAIŞˊê ya terorîst, bi taybet zarokên bi navê ˊEşbal El Xîlafeˊ û jinên rêxistinê ji kampa Holê direvandin û digihandina herêmên beyarê Sûriyeyê yên di bin kontrola rêxistina terorîst de û piştî ber bi herêmên di bin kontrola dewleta Tirk a dagirker de dişandin. Li wan herêmên serçeteyên rêxistinê hene. Terorê bi navê Ebî Hîşam bi wan serçeteyan re di nava têkiliyê de bû.

Hêzan anî ziman ku wan telefona Ebî Hîşam desteser kir, li kêlek wê jî 2 nasmaneyên ku terorîst hewl dida xwediyên wan ji kampê birevîne, desteser kirin.

Hêzan diyar kir ku heta rêxistina terorîst li herêmê tê tunekirin, operasyonên wan dewam dikin.