Di êrîşa li Kobanê de 2 endamên Ewlekariya Hundirîn birîndar bûn

Hate ragihandin ku di encama êrîşa dewleta Tirk a dagirker a bi balafirê bêmirov ya li dijî wesayîtekê li kobanê pêk anî de, 2 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn birîndar bûn.

ÊRÎŞA LI KOBANÊ

Di daxuyaniya nivîskî ya Hêzên Ewlekariya Hindirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê de hate gotin ku dewleta Tirk bi balafireke bêmirov a bi çek (SÎHA) wesayîteke girêdayî hêzên Ewlehiya Hundirîn kiriye hedef.

Berfirehiya daxuyaniyê wiha ye:

"Diberdewama êrîşên sîstematîk a li ser herêmên me de, îro saet 12.55’an, artêşa Tirk a dagirker a faşîst li bajarê Kobanê bi balafirek bê mirov wesayîtek hêzên me kir hedef. Di encamê de 2 endamên me birîndar bûn. Endamên birîndar bûne ber bi nexweşxaneyê ve hatin rakirin.

Ev êrîşên li ser hêzên me peyameke zelal e, ku dixwaze hêzên me ji pêkanîna erkên xwe dûr bixin di vê demê ku wê hilbijartina şaredariyan çêbibin. Her wiha êrîş yek rê li ber çete û sûcdaran vedike da ku ewlehî û aramiya herêmên me xirab bikin.

Ev êrîş biryardarî û îradeya me xurt dike ku em ji her demê bêtir ji bo domandina civakek ewledar û aram bixebitin."