BI DÎMEN

250 xwendekarên zanîngeha Kobanê bi şahiyeke bi heybet derçûn

Bi hezaran gelê Kantona Firatê tevlî şahiya derçûna 250 xwendekarê zanîngeha Kobanê bûn û peyama misogerkirina serketinê dan.

Li Kobanê ji bo 250 xwendekarên hemû beşên zanîngehê şahiya derçûnê hat lidarxistin, Şahî bi beşdariya hezaran kesî li lîstigeha Kobanê pêk hat. Xwendekaran berê xwe dan goristana şehîd Dicle û ev serketin diyarî şehîdan kirin. Şahî bi sirûda Ey Reqîb û deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdên azadiyê dest pê kir.

Endamên Rêveberiya Zanîngeha Kobanê û zanîngehên Bakur Rojhilatî Sûriyê axivîn û diyar kirin ku ew bi zimanê xwe û derçûna xwendekarên xwe şanaz in.

Hevserokê Zanîngeha Kobanê Şervan Mislim axivî û got; "Derçûna van xwendekaran ne bûyereke ji rêzê ye, derçûna 250 xwendekarî ew bi xwe berhemeke ji şoreşê ye. Derçûna van xwendekaran jî ji encama têkoşîn û berxwedaniya 40 salî ye û xwedîderketina li mîrasa bi hezaran şehîd û birîndara ne. ÎGer ku em îro bi hezaran kes kom bûne û 250 xwendekar beşdarî merasîma derçûnê bûne, ew jî diyare ku gelê me riya berxwedaniyê şopandine, cihê dagirkeriyê û mêtingeriyê nema ye.”

Hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Evîn Siwêd bi wesîleya derçûna xwendekara axivî. Hevserok Evîn Siwêd vê rojê li hemû gel pîroz kir û wiha got: “Gelê Kobanê bi berxwedanî li hemberî tarîtiyê serî hilda û serkeftin misoger kirin. Vî bajarî navê xwe di cîhanê de gihand asta lûtkeyê. LI her bihustek Kobanê şehîdên me lê hene. Em vê rojê jî di şexsê Viyan Amara û Egîd Cîlo û tevahî şehîdan dikin û em bi israrin ku riya wan bişopînin."

Hevserokê Meclîsa Rêveber a Kantona Firatê Ferhan Hec Îsa jî di şahiyê de axivî û got; "Ehmedê Xanê ev in neviyên we, ev in şervanên we ku gav bi gav serkeftin misoger kirine. Em ê bi ser bikevin. Em biryara serkeftinê didin."

Piştre jî karneyên derçûnê li xwendekaran hatin belavkirin.