Dewleta Tirk li Efrînê kesekî 65 salî revand

Dewleta Tirk a dagirker li navçeya Cindirês a Efrînê welatiyekî 65 salî revand.

LI EFRÎNÊ KESEKÎ 65 SALÎ HATE REVANDIN

Çavkaniyên xwecih ragihand ku çeteyên "Polîsên Sivîl” ên dewleta Tirk a dagirker, şêniyê bi navê Henan Hesekê (65) ê ji gundê Miskê yê Cindirêsê yê Efrînê revandiye.

3 rojan berê jî şêniyê bi navê Mihemed Horo (58) ê ji gundê Firîriyê revandibûn.

Aqûbeta kesên hatine revandin û li kuderê tên girtin, nayê zanîn.