Konfederasyona Civakên Kurdistaniyên li Elmanyayê (KON-MED) têkildarî mîtînga ku wê di 29’ê Hezîranê de ji ber salvegera 100’emîn a darvekekirina Şêx Seîd û 47 hevrêyên wî li bajarê Koln ê Elmanyayê were lidarxistin, daxuyaniyek nivîskî da.
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Di 29’ê Hezîrana 1925’an de ji pêşengên gelê Kurd Şêx Seîd tevî 47 hevrêyên xwe ji aliyê dewleta Tirk ve hate darvekirin. 100 sal bi ser de çû. Ne cihê gora wan hate gotin ne jî rastiyên ku ji vî gelî tên veşartin derket holê. Cihê gora Seîd Riza û Seîdê Kurdî jî hate veşartin. Dixwazin bîra gelekî veşêrin.
29’ê Hezîranê ne rasthatin e; di sala 1999’an de heman roj cezayê darvekirinê dabûn Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan. Ev rewş carekî din nîşan da ku polîtîkaya dewletê ya sedsalî ya li ser înkar, hilweşandin û asîmîlasyonê hîna dewam dike.
Lê gelê Kurd li hemberî vê tarîtiyê serî netewand. Li ber xwe da, hebûna xwe parast û îro jî ji bo azadiya xwe têdikoşe.
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27’ê Sibata 2025’an de bi banga xwe dîrokî, pêşeroja hevpar a gelan û aştiyê ji nû ve kir rojev. Ev bang ne tenê ji bo gelê Kurd, ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn û hêviya jiyanekî bi rûmet e.
Em wekî KON-MED’ê bang li gelê Kurd ê li Elmanyayê dikin, dîsa bang li dostên xwe, raya giştî ya demokratîk û her kesên alîgirê aştiyê dikin ku tevlî mîtînga mezin ku wê di 29’ê Hezîrana 2025’an de bi pêşengiya CÎK’ê li Kolnê were lidarxistin, bibin.
-Heta ku cihê gora Seyîd Riza, Seîdê Kurdî, Şêx Sêîd û hevrêyên wî neyê ragihandin, em ê bêdeng nemînin.
-Em ê bîra gel li dijî polîtîkayên dewletê yê sedsalî biparêzin.
-Têkoşîna aştî û demokrasiyê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bidomînin.
-Em ê li Kolnê bibin dengê edalet, azadî û jiyana wekhev.
Me ji bîr nekir, em efû nakin û hesabê dipirsin! Heta serkeftinê!”
Dîrok û navnîşana mîtîngê wiha ye:
Dîrok: 29’ê Hezîrana 2025’an
Cih: Heumarkt, Koln
Saet: 12:00