Êrîşa li ser Til Koçer û Til Hemîsê: 2 şervan şehîd bûn

Dewleta Tirk a dagirker 8 car êrîşî qadên Til Koçer û Til Hemisê kir. Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ragihand ku di êrîşa balafirên keşfê yên li ser nuqteya QSD’ê de 2 şervan şehîd bûne.

Dewleta Tirk a dagirker bi balafirên bêmiorv ên biçek (SÎHA) 8 car êrîşî qadên Til Koçer û Til Hemisê kir. Li Til Koçerê 2 wesayît hatin hedef girtin.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ragihand ku di êrîşa balafirên keşfê yên li ser nuqteya QSD’ê de 2 şervan şehîd bûne.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Dewleta Tirk a dagirker îro bi balafirên keşfê êrîşî 2 wesayîtan ku yek ji wan ambûlansa ku ji bo dermankirina birîndaran hatibû û di êrîşa li dijî nuqteyeke leşkerî ya hêzên me de 2 şervanên me şehîd bûn.”