BI DÎMEN

‘Em ê bi berxwedanê bersivê bidin êrîşên dewleta Tirk a dagirker’

Malbatên şehîdan ên Kantona Cizîrê, êrîşên dewleta Tirk ên li ser herêmê şermezar kirin û destnîşan kirin ku ew ê li hemberî êrîşan heta dawî li berxwe bidin.

LI DIJÎ ÊRÎŞAN BERXWEDAN

Dewleta Tirk a dagirker di 31’ê Gulanê de li bajarên Til Hemîs, Til Koçer û Amûdê yên Kantona Cizîrê êrîşên hewayî yên bi balafirên bê mirov pêk anî û di encamê de 4 şervanên QSD’ê şehîd bûn û 11 sivîl jî birîndar bûn.

Nerazîbûnên li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker mezintir dibin.

Endama Saziya Malbatên Şehîdan a bajarê Qamişlo Ayde Xelîl ku di heman demê de dayika şehîd Orhan e, despêkê helwesta xwe li hember êrîşên dewleta Tirk ên li ser herêmê ji ANF'ê re anî ziman.

Xelîl, anî ziman ku armanca dewleta Tirk avakirina bê aramiyê û hilbijartinên li herêmê sabote kirine û wiha got, “Lê helwesta me eve, çi dibe bila bibe em ê hilbijartinên xwe pêk bînin û em ê li hember dijmin bisekin in. Dewleta Tirk bi her awayî li dijî gelê sivîl derdikeve û êrîş dike. Em van kiryaran êdî qebûl nakin û em ê ji 7 salî heta 70’ê salî li hember dijminê xwe bisekin in. Ji ber me bi hezaran şehîd û birîndar dan ji bo wê em ê doza xwe bibin heta serî. Ji ber axa me axa şehîdan e û em ê heta dilopa xwîna dawî li ser axa xwe bin.''

Endamê Saziya Malbatê Şehîdan a Kantona Cizîrê Elî Sadûn, jî nêrîna xwe parve kir û wiha got, ''Dewleta Tirk a dagirker ev salên dirêje bênavber êrîşî herêmên me dike. Di vê demê de ji bo ku hilbijartinan asteng bikin, êrîşên xwe zêde kiriye. Dewleta Tirk jî dewletek ku li ser esasê şer, rijandina xwîn û tunekirina gelan hatiye avakirin. Dixwaze coş û xwesteka gel a hilbijartinê bişikîne. Her wiha dixwaze îradeya gel têk bibe û herêmê bi rêya êrîşan bide valakirin. Lê divê bê zanîn em ê heta dawî li ber xwe bidin. Hemû şêniyên vê herêmê tevî hemû pêkhateyên xwe dê bi coşek mezin jî beşdarî hilbijartinan bibe û îrada xwe nîşan bide.''

Endama Rêveberiya Meclîsa Jin a Saziya Malbatên Şehîdan a Kantona Cizîrê Hêvî El-Seyid jî êrîşên dewleta Tirk a dagirker şermezar kir û destnîşan kir ku ew ê li dijî êrîşên dewleta Tirk bi berxwedanê li her herêmê bersiv bidin. Hêvî El-Seyîd, anî ziman ku êrîşên dewleta Tirk a dagirker wê li hemberî berxwedana gel vala derkev in û wiha domand, “Me bi axaftina şehîd Mazlûm Dogan a 'Berxwedan jiyan e' dest bi berxwedanê kiriye. Bi saya fikir û felsefeya Rêber Apo û şehîdên ku di vê dozê de canê xwe feda kirine, em li ser piyane. Ji ber em Kurd in wek her gelekî zimanê me û maf, çanda me heye.”

Hêvî, di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku dewleta Tirk a dagirker nikare wan tune bike û wiha domand, ''Weke malbatên şehîdan em xwedî hêz in, xwedî şehîd in. Em ê li ber xwe bidin. Weke malbatên şehîdan em ê her tim li ser piyan bin û li ber xwe bidin.”