HEVPEYVÎN

Ciwan bi îrade û hêviyê xwe rêxistin dikin

Endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê Bahoz Cûdî diyar kir ku li dijî polîtîkayên şerê taybet, divê ciwan bên perwerdekirin.

LI ROJAVA CIWAN

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê ku ji sala 2006’an ve xwe rêxistinkirî ye, bi stratejiya Şerê Gel ê Şoreşgerî xwe rêxistin dike û bi armanca têkoşîna li dijî polîtîkayên şerê taybet, di nava 2 salên dawî de 34 dewreyên perwerdeyê vekirin.

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê; ji Yekîtiya Ciwanên Demokratîk heta Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê, rasterast bi ciwanên Kurd, Ereb, Ermenî, Suryanî, Çerkes, Asûrî û Tirkmen re di nava diyalogê de ne. Endamên tevgerê li Herêma Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê ji çandê heta hunerê, ji wêjeyê heta sporê bi rengekî aktîf beşdarî hemû çalakiyan dibin û bi perwerdeyê li dijî polîtîkayên şerê taybet têdikoşin.

Endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê Bahoz Cûdî têkildarî rêxistinbûna ciwanên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji ANF’ê re axivî.

Bahoz Cûdî di destpêka axaftina xwe de ev tişt got: “Saziya ciwanan a Apoyî di sala 2006’an de weke Yekîtiya Ciwanên Demokratîk hate damezrandin û heta sala 2011’an kar û xebat meşand. Di dema rejîma Baas’ê de jî ciwan aktîf bûn. Bi Bihara Gelan re biryar hat dayîn ku ciwan divê hîn zêdetir bi rêxistin bibin. Li ser vê esasê di sala 2011’an de lez hat dayîna xebatan û di dawiya sala 2011’an de li Kobanê kongreyek hate lidarxistin. Ji ber ku ev kongre di dema rejîma Baas’ê de bû, bi veşartî hate rêxistinkirin. Li Rojhilata Navîn hewayê şoreşê li Rojava bi kûrahî dihat hîskirin. Ev kongre bi rêixstinbûna xurt a ciwanan re, ji şoreşê re amadekarî bû. Di kongreyê de hate nîqaşkirin ku ciwan wê di şoreşê de rolê xwe çawa bilîze û pêşengiyeke çawa ji civakê re bike. Ciwanên ku bi destpêkirina Şoreşa Rojava re di nava civakê de bi rola xwe ya pêşengiyê rabû, bi navê Yekîtiya Ciwanên Rojavayê Kurdistanê xweparastin xurt kir. Em dikarin bêjin ku YPJ-YPG-QSD bi rêxistinkirina xebatên ciwanan re ava bû. Bi rastî jî parastin û mezinkirina şoreşê, destkeftiyê ciwanan bû. Bi civîna ku di sala 2012’an hatî lidarxistin re, weke Tevgera Ciwanên Şoreşger xwe rêxistin kir.

Bi mezinbûna şoreşê re, diviyabû rêxistinbûna ciwanan jî li berçav bê derbaskirin. Lewma di şoreşa ku mezin dibe de, pêdivî bi ciwanên aktîf hebû. Di sala 2015’an de li Rimêlanê kongreya 1’emîn hate lidarxistin. Bi vê kongreyê ciwan weke Yekîtiya Ciwanên Rojava xwe rêxistin kirin. Her wiha wê demê şerekî dijwar hebû. Berxwedana Kobanê destan dinivîsand. Tevgerên ciwanan bi rengekî zêde beşdarî van pêngavan bûn. Di sala 2018’an de dîsa li Rimêlanê kongreya 2’yemîn hate lidarxistin. Di vê kongreyê de bi navê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê pêngaveke nû hate destpêkirin. Di 21’ê Tîrmeha 2021’an de kongreya 3’yemîn hate lidarxistin.”

Bahoz Cûdî ragihand ku li Herêma Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê ji çand, heta hunerê, ji wêje heta sporê beşdarî hemû çalakiyan dibin û pêşengiyê jê re dikin û wiha got: “Ji bo perwerdekirina civakê, pir girînge ku ciwan bên perwerdekirin. Akademiyên me yên girêdayî navend û kantonan hene. Jixwe akademiya me ya destpêkê ya li Rojava hatî vekirin, Akademiya Şehîd Baz Mordem bû. Niha weke akademiya navendî akademiya Şehîd Garzan Efrîn, ji bo ciwanên Ereb akademiya Şehîd Botan Kobanê, akademiya çapemeniyê Şehîd Rênas Avesta û akademiya şerê gel ê şoreşgerî Şehîd Erdal Şahîn heye. Di nava du salên dawî de li Akademiya Şehîd Garzan Efrîn 10 dewre, li Akademiya Şehîd Botan Kobanê 9 dewre, li Akademiya Şehîd Rênas Avesta 8 dewre û li Akademiya Şehîd Erdal Şahîn 7 dewreyên perwerdeyên hatin rêxistinkirin.”

Bahoz Cûdî di dewama axaftina xwe de bal kişand ser tevlîbûna ciwanan a ji pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî” û wiha pêde çû: “Pêngava ‘Werin Cenga Azadiyê’ ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û bi dawîbûna êrîşên dagirkeriyê hate destpêkirin. Ev pêngav bi navê ‘Cenga Azadiyê Serbixin’ hate domandin. Destpêkê têkildarî wate û girîngiya pêngava ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî’ li 7 kantonan û bajar û bajarokên girêdayî kantonan semîner hatin dayîn. Ji Qamişlo heta Dêrikê meşa dirêj a ji bo 3 rojan hate lidarxistin. Li Hesekê meşeke navendî hate lidarxistin.”

Bahoz Cûdî qala konferans, komxebat û hwd xebatên din ên hatine meşandin, kir û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Gelek dewlet û kesên dijminê Şoreşa Rojava hene. Lewma polîtîkaya şer û koçberiyê bi giranî li dijî ciwanên Sûriyeyê tê meşandin. Hêzên dagirker dixwazin herêmê vale bikin û ciwanan têk bibin. Hêzên dagirker madeyên hişberê di nava ciwanan de belav dikin. Em di materyalên xwe yên pewerdeyê de, bal dikişînin ser van mijaran.

Pêngavên ‘Ez Naçim’ û ‘Welat Welatê Me Ye’, ‘Tolhildan Soza Me Ye’ jî hatin meşandin. Bi sedan ciwanên leheng li ser xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê derbas bûn, roleke mezin lîstin. Bi sedan şehîd hatin dayîn. Piranî ji van jî ciwan bûn. Ciwan ji bo parastina destkeftiyên şoreşê, wezîfe û berpirsyariyên xwe bi cih tînin. Dibe hin ciwan ji aliyê kes û hêzên dijminê şoreşê ve tên koçberkirin, lê bi sed hezaran ciwan di her sazî û rêxistineke qada şoreşê de bi rengekî aktîf cihê xwe digire û pêşengiyê dike.”