BI DÎMEN

Li Kobanê di dema merasîma veşartina cenazeyê şehîd de, dewleta Tirk êrîş kir

Li Kantona Firatê cenazeyê şervanê QSD’ê Bahoz Kobanê ku di êrîşa dewleta Tirk a li Qamîşloyê de şehîd bû, bi merasîmeke bi heybet hate veşartin. Di dema merasîmê de, êrîşî wesayîtekê hate kirin.

ŞEHÎD BAHOZ KOBANÊ

Navneda Raghandina QSD’ê ragihand ku di êrîşa dewleta Tirk a li ser Navenda Hêza wan de 4 hevalên wan şehîd bûn, yek jê Şehîd Bahoz Kobanê (Mihemed Hecî Ebdî) ku di êrîşa Dewleta Tirk a li ser Qamîşloyê de li gundê Hatimiyê de şehîd bû. Îro bi sedan şêniyên Kantona Firatê cenazeyê şehîd bi merasîmeke girseyî spartin axê. Di dema merasîma veşartine cenazeyê şehîd Bahoz Kobanê de, êrîşî Kobanê hate kirin.

Piştî deqeyekê rêzgirtinê, Rêveberiya Komîna Şano ya Kobanê Leyla Ehmed axivî û diyar kir ku tenê dirûşmeya wan ‘tolhildan’ û ‘berxwedan jiyan e’ û got: "Ji Heqî heta Mazlûman tenê yek dirûşmeya me heye ew jî berxwedan jiyan e. Ne dagirkerî ne jî êrîş êdî nikarin me tune bikin, em ê bi ser bikevin."

Endamê Rêveberiya Meclîsa Leşkerî ya Kobanê Ismaîl Elî jî axivî û wiha got: "Em soz didin ku em ê tola şehîdên xwe hilînin û em ê destkeftiyên şehîdan jî biparêzin. Dewleta Tirk ev çend roj in car din êrîş dike, lê dîsa jî îradeya me xurt e û tenê riyeke me heye ew jî serkeftine."

Li ser navê malbata şehîd, Bekir Hec Îs jî axivî û wiha pêde çû: "Şehîd giyanê xwe dike mertal ji bo azadiya gelê xwe. Ji bo mirovahî û aşîtiyê canê xwe feda dike. Her malbatekî şehîdan jî ji bo azadiyê zarokên xwe dişînin û ew jî ji bo vî gelî canê xwe feda dike. Her şehîdekî ji bo me riya serkeftinê ye û divê em jî xeta şehîdên xwe bişopînin. Di van kêliyan de, dema em şehîdên xwe dispêrin jî dewleta Tirk êrîşe Kobanê dike, lê em ê bi ser bikevin."

Piştre wesîqa şehîd hat xwendin û radestî malbatê hat kirin. Cenazeyê şehîd Bahoz Kobanê bi berzkirina dirûşmeyan hat veşartin.