BI DÎMEN

‘Em şanaz in ku bi zimanê xwe yê Kurdî dixwînin’

Xwendekarên ku li Kantona Firatê karnameyên xwe wergirtin, hestên xwe anîn ziman û diyar kirin ku ew gelek şanaz in ku bi zimanê xwe yê dayikê li dibistanan perwerdehiyên xwe dibînin.

'EM BI ZIMANÊ XWE YÊ DAYIKÊ PERWERDE DIBÎNIN'

Li Kantona FIratê li 67 hezar û 375 xwendekarên seretayî, navîn û amadehî re karnameyên dawiya salê hatin belavkirin. Xwendekar û mamosteyên dibistanan têkildarî belavkirina karnameyan ji ANF`ê re axivîn.

Berdevkê Dibistana Şehîd Seydo Salih Nayif, da xuyakirin ku qedexeya li ser zimanê Kurdî piştî şoreşa Rojava ji holê rabûye û li dibistanan bi awayekî fermî tên dayîn û got, “Îsal xwendin xweş derbas bû, li dibistana şehîd Seydo tenê 850 xwendekar hene. Hejmara mamosteyên me jî 45 mamoste û du berdevk û arşiv hene. Saleke xweş derbas bû û xwendekar ji bo wergirtina karnameyên xwe berê xwe dane dibistanê. Zimanê me beriya çend salan di dema rêjîmê de qedexe bû. Dema peyvek bi Kurdî jî dihat kirin, yekser rastî êşkencê dihat. Lê vaye îro dibistanê me û metiryalên me giştî bi zimanê me yê Kurdî ye."

‘BEXTEWER IN KU EM BI ZIMANÊ XWE YÊ KURDÎ DIXWÎN IN’

Xwendekaran refa 7’an a dibistana Şehîd Seydo Nadiya Elî, jî wiha hestên xwe anî ziman, “Ez gelekî kêfxweş im ku me karnameyên xwe girtin. Em bextewer in ku em bi zimanê xwe dixwînin. Em gelekî şanaz û kêfxweş in ku em bi zimanê xwe dixwînin. Bijî zimanê me ya Kurdî."

Xwendekara bi navê Êva El Elî jî axivî û got, "Ji ber kelecanê nikarim kêfxweşiya xwe bînim ziman. Me karnameyên xwe wergirtin. Ez hez dikim ku bi zimanê xwe yê dayîkê biaxivim û binivîsim. Em ê jî asta zimanê xwe bighînin asta herî bilind."